Jin li dijî desteserkirina vînê meşiyan
Jin Bi Hev Re Bihêz in li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê meşiyan û gotin: “Em rê nadin desteserkirinê.”
Jin Bi Hev Re Bihêz in li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê meşiyan û gotin: “Em rê nadin desteserkirinê.”
Bertekên li dijî xespkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê ku di bin rêveberiya DEM Partiyê da bûn, her ku diçin mezintir dibin. Koma Jin Bi Hev Re Bihêz in li pêşiya Operaya Sureyya ya Kadikoyê, desteserkirina şaredariyan protesto kirin û careke din anîn ziman ku ew ê rê nedin hişmendiya qeyûman a dijminatiya jinan dikin.
‘EM DIZANIN KA ÇIMA ŞAREDARIYÊN DEM PARTIYÊ DIBIN HEDEF’
Di çalakiyê de pankarta “Qayim darbeya li jinan e. Me rejîma talanker û diz qebûl nekir û em ê qebûl nekin” hat vekirin û gelek caran dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Vîna gel nayê xespkirin”, “Dê qayim biçin, em ê bi ser bikevin” hatin berzkirin.
Jinên Jin Bi Hev Re Bihêz in anîn ziman ku ew baş dizanin ka çima şaredariyên DEM Partiyê dibin hedef û gotin: “Sedem ew e ku DEM Partî ji bo jinan stargehan ava dike, navendên piştgiriyê vedike. Ji ber budçeya şaredariyan ji bo gel xerc dike, nade alîgirên xwe. Ji berk u şaredariyan nake cihê rant û xespê; şaredariyan ji bo gel, jin û zarokan bi kar tîne.”
Koma Jin Bi Hev Re Bihêz in diyar kirin ku ew bi gelê Kurd re ne û xwedî li vîna jinên Kurd derdikevin û gotin: “Em rê nedin xespa qayûman.”
POLÎSAN ÊRÎŞÎ JINÊN MEŞVAN KIR
Polîsan êrîşî jinên ku bi tilîlî û dirûşmeyan meşiyan kir. Jin hatin dorpêçkirin û çapemenî bi darê zorê ji qadê hat derêxistin. Jinan êrîşa polîsên Tirk bi dirûşmeya “Ne jinan kujeran dorpêç bikin” protesto kirin û polîsên Tirk êrîşî nûçegihana MA’yê Yeşim Tukelê kirin.