Li Holê 20 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Di roja yekemîn a Operasyona ˋEwlehiya Domdarˋ a li Kampa Holê û dora wê de 20 çete ji şaneyên DAÎŞˋê hatin girtin û çeteyek jî hat kuştin.
Di roja yekemîn a Operasyona ˋEwlehiya Domdarˋ a li Kampa Holê û dora wê de 20 çete ji şaneyên DAÎŞˋê hatin girtin û çeteyek jî hat kuştin.
Piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku li dijî şaneyên çeteyên DAÎŞˋê operasyonên hevbeş a bi navê Operasyona ˋEwlehiya Domdarˋ li kampa Holê û dora wê dane destpêkirin, hêzên hevbeş heta niha nêzî 20 çete ji şaneyên DAÎŞˋê girtin, yek kuştin, gelek çek û cebilxane desteserkirinç
Armanc ji vê operasyonê serdegirtina şaneyên çeteyên DAÎŞˋê û hevkarên wî yên ku hewl didin li nêzî Kampa Holê bi cih bibin û bikevin kampê ye.
Operasyon li herêma di navbera Holê û Til Hemîs, Hol û Hesekê, Hol, Erîşa û Şedadê de bi rûbera zêdetirî 100 kîlometre dam hatiye destpêkirin. Li wan herêman tevger û çalakiyên şaneyên çeteyên DAÎŞˋê tên şopandin.