Tîryakî: Divê dest ji qeyim û polîtîkaya tecrîdê bê berdan

Parlamenterê Êlihê yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî bi bîr xist ku Bahçelî gotinên xwe dubare kiriye û got, eger wê qala aştiyê bê kirin, divê dest ji polîtîka tecrîdê û qeyim bê berdan.

DESTESERKIRINA ÎRADEYÊ

Piştî Esenyûrt a Stenbolê, li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê jî qeyim hate danîn û desteserkirin. Piştî van bûyeran DEM Partiyê civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê li Mêrdînê pêk anî. Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî piştî tayînkirina qeyiman di civîna koma partiya xwe de axivî, banga xwe ya beriya niha dubare kir û careke din anî ziman ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li meclîsê be.

Bahçelî got, "Ez li pişt gotinên xwe me". Li gorî hin payebilindên AKP'yî û rojnamevanê nêzî AKP'ê Abdulkadîr Selvî, desteserkariya qeyim wê dewam bike. Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Desteya Rêveberiyên Xwecihî Berpirsyar û Parlamenterê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî mijar ji ANF'ê re nirxand.

'ME HER GOTINEK LI SER AŞTIYÊ ERÊNÎ DÎT'

Mehmet Ruştu Tîryakî destpêkê li ser gotinên 'çareseriyê' axivî ku beriya demeke nêz hatin bilêvkirin û got, "Dixwazim her kes zanibin ku li vî welatî kî qala aştiyê bike, wê bersiveke erênî ji me werbigire. Em ji roja ava bûne û vir ve, hemû partiyên ku me mîrateya wan dewam kir jî di nav de, me dixwazin di serî de pirsgirêka Kurd hemû pirsgirêkên bingehîn ên vî welatî bi rê û rêbazên demokratîk û aştiyane bêne çareserkirin. Me timî çareseriya bi rêya diyalogê parast. Beriya 40 salan, beriya 30 salan, beriya 20 salan, beriya 10 salan û îro jî em heman tiştî diparêzin. Kes nikare bibêje ku em li dijî aştiyê siyasetê dimeşînin. Kes nikare bibêje, siyaseta ku em temsîla wê dikin li pêşiya aştiyê asteng e.

Bi taybetî piştî me got, em gotinên Devlet Bahçelî erênî pêşwazî dikin û wateyê didin. Dewama van gotinan nehat. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên vî welatî bi rêbazên aştiyane û demokratîk desthilatdariyê gavek neavêt. Ji bilî hevdîtina biraziyê Birêz Ocalan, parlamenterê me yê Rihayê Omer Ocalan ti gavek nehate avêtin. Ji xwe wekîlê me Omer dema ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir, Birêz Ocalan anî ziman ku tecrîd dewam dike. Diyar kir ku gavên desthilatdariyê yên di vê mijarê de biavêje wê diyarker be."

'EGER DIXWAZIN HÊVIYÊ BIDIN, DIVÊ DEST JI VÊ SIYASETÊ BERDIN'

Tîryakî bi bîr xist ku piştî van gotinan, li şûna ku hêviya aştiyê ji civakê re bê dayin, siyaseta qeyim dewam kiriye û got, "Mixabin desthilatdarî li şûna ku gavê ji bo mezinkirina hêviya aştiyê ya li nava civakê biavêje, destpêkê qeyûm li Esenyûrtê danî ku şaredar Kurdek e û piştre jî qeyim li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetiyê tayîn kir. Karê ku desthilatdarî dike xizmetê ji aştiy civakî re nake. Ne ew kar e ku hêviya aştiyê li vî welatî mezin bike. Li aliyekî hûn ê bibêjin 'Bila Ocalan li koma DEM Partiyê biaxive, bila li meclîsê biaxive' li aliyê din jî hûn ê qeyim li ser îradeya gelê Kurd tayîn bikin. Ev yek nîşan dide ku desthilatdariya siyasî ji dil nîne.

Eger tê xwestin, di mijara aştiyê de hêvî bê afirandin, yekane tişta bê kirin heye; dest ji siyaseta qeyim berdin, hin gavan biavêjin ku tecrîdê bi dawî dike, ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd şert û mercên agirbestê diafirîne. Tenê bi vî rengî wê gel baweriya xwe bi desthilatdariya siyasî bîne ku ji dil e. Piştî polîtîkayên qeyim me dît ku desthilatdarî ne alîgirê aştiyê ye, lê alîgirê siyaseta şer e. Li Kurdistanê berxwedan dewam dike. Du roj in em li Êlihê ne. Bi hezaran mirov ji doh ve li qadan dibêjin 'Na ji qeyim re' û li ber xwwe dide. Em berxwedanê dewam dikin."