Berxwedana Êlihê: Em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin!
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di berxwedana Êlihê de axivî û got: “Ev rêya rûmetê ye. Em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di berxwedana Êlihê de axivî û got: “Ev rêya rûmetê ye. Em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin.”
Gelê Êlihê û hilbijartiyên wê yên ku 3 roj in li dijî darbeya qeyûm li ber xwe didin, tevahiya rojê li Xaçerêya Basinê çalakiya xwe domandin. Berxwedana gel a li dijî êrîşa polîsan li kolanan dewam dike.
Hilbijartiyên ku li pêşiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kom bûn, meşek li dar xistin. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevşaredarê navçeya Tetwan a Bedlîsê Mumîn Erol û parlamenterên DEM Partiyê tevlî meşê bûn. Di meşa ku bi sedan kes tevlîbûn de gel bi dirûşmeyên “Bicihime qeyûm” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” heta Parka Yilmaz Guney meşiyan.
Li vir ewil Hevserokê DEM Partî yê Êlihê Mustafa Mesut Tekîk axivî û anî ziman ku sedema dîmenên ku dişibe rêveberiya tund desteserkirina vîna gel e.
Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol jî wiha got: “Eger hêviya me ya avakirina pêşerojeke bi hev re hebe, ev tenê bi rêzgirtina hiqûq û demokrasiyê dibe.”
Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu jî got: “Em li pişt têkoşîna xwe ya 40 salan in. Em hîna jî ji bo aştiyê têdikoşin. Em dibînin ku qeyûmên ku hûn tayîn dikin çawa zirarê dide welat. Hûn nikarin perê vî gelî ji bo berjewendiyên xwe xerc bikin. Em vê qebûl nakin. Li Êlihê 3 roj in hiqûqa şer dewam dike. Têkoşîna vî gelî wê heta dawî dewam bike.”
Hevşaredarê Êlihê Yeşil Işik jî hişyarî da hikûmeta AKP-MHP’ê û wiha got: “Xirikandina vî welatî ber bi kaosê ve sûdê nade ti kesî. Em ê van polîtîkayan û qeyûman qebûl nekin. Em weke vîna gelê Êlihê li dijî vê rabin.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî axivî û wiha got: “Em ê weke gelê Kurd vîna xwe nexin destê we, ji ber vê em ê li dijî êrîşên we li ber xwe bidin. Bila ti kes nemîne hêviyê ku em serî bitewînin. Gelê Kurd ne tenê li Kurdistanê li cîhanê jî xwedî hêzeke mezin e. Ev hêz wê kesên ku dixwazin vê vînê binpê bikin bişînin. Tu kes nikare li pêşiya vîna gelê Kurd bisekine. Hûn nikarin vîna me biqedînin. Li derdora xwe binêrin. Li Kurdistanê, Tirkiye û cîhanê binêrin, ziman, bawerî û çandên cuda vê têkoşînê bi rêve dibin. Ev êrîş nikarin vê têkoşînê biqedînin. Ji ber ku bingeha we sexlem e, ji ber ku tenê mafê xwe diparêze. Ev dagirkeran her tim destê xwe dirêjî vîn û destkeftiyên gelê Kurd dikin. Eger hûn bixwazin di polîtîkayên xwe de bi israr bin, wê desthilatdariya we bi destê jin, zarok û ciwanan têk biçe.
Hûn dijminê zimanê vî gelî ne. Dijminatiya me dikin. Lê bizanibin ku ti Kurd, ti kes serî li hermber dijminatiya we netewand û wê netewîne. Em ê li ber xwe bidin. Ev rêya rûmetê ye. Em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin.”