Ciwanên Kobanê berxwedana ciwanên Bakurê Kurdistanê silav kirin
Bi dehan Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan bi meşekê berxwedana ciwanên Bakurê Kurdistanê silav kirin.
Bi dehan Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan bi meşekê berxwedana ciwanên Bakurê Kurdistanê silav kirin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ê bi çalakiyekê berxwedaniya ciwanên Bakurê Kurdistanê silav kirin û diyar kirin ku ew ê piştgirî bidin ciwanên Bakur.
Meş ji qada Jina Azad dest pê kir û heta ber bi qada Aşitî ve dewam kir.
Di meşê de bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana Bakur” hat qîrkirin. Piştre jî meş gihîşt qada Aşitî û li wir deqeyekê rêz hat girtin.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê Mihemed Mehmûd axivî û diyar kir ku dewleta Tirk li her derê bin ket û êdî dest avêt şaredariyên ku bi dengê gel hatibûn hilbijartin.
Mehmûd wiha got: “Dewleta Tirk li çiyayên azad, li bakur û Rojhilatê Sûriyê û heta li Îmraliyê jî bin ket û êdî dest diavêje şaredariyên Bakurê Kurdistanê. Em jî wek ciwan bi rih û can bi ciwanên Bakurê Kurdistanê re ne û em dibêjin çi ji me bê xwestin em amade ne.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.