Akademiya jinên Elewî ya Sakîne Cansiz tê vekirin
Akademiya jinên Elewî ya Sakîne Cansiz tê vekirin
Akademiya jinên Elewî ya Sakîne Cansiz tê vekirin
Encamnameya 1'emîn Konferansa Elewiyan a Kurdistanê ku ji aliyê sazî û komeleyên elewiyan di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bi hişyariya "Yekitî û Pîrîtî zindîbûn e" pêk anî aşkere bû. Di konferansê de biryara avakirina Akademiya Jinên Elewî ya Sakîn Cansiz hate dayin.
Sazî û komeleyên elewiyan di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li Navenda Çanda Cegerxwîn bi hişyariya "Yekitî û Pîrîtî zindîbûn e" 1'emîn Konferansa Aleviyan di 2-3'ê Sibatê de pêk anîn û encamname aşkere kir.
Di konferansê de Nivîskar Pîrî Er, dîrokzan Erdogan Aydin, Necdet Saraç, Serokê Federasyona Elewiyên Demokratîk Alî Koyluce, Dr. Golmorad Muradî, Wezîrê Çandê yê Herêma Kurdistana Federal ê berê Felekatin Kakeyî, Serokê Komeleya Elewiyên Azad îmam Balsever, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Şaredarê Amedê Osman Baydemir, Parlamenterên BDP'ê Demîr Çelik, Sebahat Tuncel, Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal Kemal Bulbul, Prof. Dr. Celilê Celîl û Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin, amade bûn.
Di konferansê de hat diyarkirin ku girîng e konferans di salvegera 15'ê Sibatê roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê kom bûye û elewiyên li ser axa Mezopotamyayê di bin baneyê "Yekîtiya Elewiyên Mezopotamyayê" de kom bibin û xwe bi rêxistin bikin.
Di konferansê de birar hat dayîn ku Akademiya Jinên Elewî ya Sakine Cansiz bê avakirin. Konferans diyarî 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin hat diyarkirin. Di konferansê de elewiyên li Koçgirî, Dêrsim, Kirikhan, Meletî, Mereş, Çorum, Sêwas, Gazi û yên din hatin bibîranîn.
Di konferansê de hat diyarkirin ku polîtîka û lîstikên 15'ê Sibatê yê anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pûç bûne û ji bo aştiyek mayinde gavên çareserî û diyalogê tên avêtin û di vê pêvajoyê de kombûna vê konferansê girîng e.
Di konferansê de hat xwestin ku ji bo komkujiyên Dêrsim, Gazî, Gurgum û Sêwasê komîsyonên lêkolîn û vekolandinê bên avakirin. Di encannameyê de hat xwestin ku komîsyon li ser belge û agahiyên komkujiyên Koçgirî, Dêrsim, Kirikhan, Meletî, Gurgum, Çorum, Sêwas, Gazî û yên din lêkolîn bike û ratiyê derxe ronîyê. Hat xwestin ku dewlet bi awayekî fermî lêborîna xwe ji elewiyan bixwaze.
DIVÊ CEMXANE Û OCAXÊN ELEWIYAN BÊN PARASTIN
Di danezanê de hat diyarkirin ku rol û rista çanda dayikbûnê û pîrîtiyê pir mezin e û wiha hat gotin: "Dewletê her tim çand û baweriya elewiyan înkar kiriye. Ji ber vê yekê ocaxên elewiyan, cemxane û saziyên pîrîtiyê her tim rastî astengiyan hatine. Ji bo vê yekê divê Ocaxên elewiyan, Cemxane, Dergah û saziyên bawerî û pîrîtiyê bên parastin û pêşxistin. Divê elewî bêtir xwe bi rêxistin bikin û çanda xwe bêtir biparêzin." Di encamnameyê de hat xwestin ku hemû bîr û bawariyên li ser axa Kurdistanê li gorî felsefeyea xweseriya demokratîk bi rêxistin bike û biparêze.
Biryaren hatin girtin wiha ne:
* Divê konferansên herêmê bên çêkirin û encamname li wir bê parvekirin.
* Ji bo biryarên konferansê têkevin meriyetê divê Lijneya Koordinasyona Konferansê bê avakirin.
* Divê elewiyên kurd bi awayekî çalak tev li xebatên yekitiya neteweya demokrîk bibin.
* Divê elewiyên li ser axa Mezopotamya dijîn di bin baneya 'Yekîtiya Elewiyên Mezopotamya" de xwe bi rêxistin bikin.
* Divê Akademiya Elewiyên jin a Sakine Cansiz bê avakirin.