Akademîsyenan pişta xwe dane rektorê qeyûm
Akademîsyenên ku pişta xwe dane rektorê qeyûm Melîh Bulu yê ku ji bo Zanîngeha Bogazîçî hatî erkdarkirin, xwestin ku zanîngeh xweser bin.
Akademîsyenên ku pişta xwe dane rektorê qeyûm Melîh Bulu yê ku ji bo Zanîngeha Bogazîçî hatî erkdarkirin, xwestin ku zanîngeh xweser bin.
Bertekên li hember Melîh Bulu yê ku bi biryara Serokomarê Dewleta Tirk yê AKP’î Erdogan ji bo Zanîngeha Bogazîçiyê weke rektorê qeyûm hatî erkdarkirin di roja xwe ya 46’an de didome.
Li rêze çalakiyên hîndekaran çalakiya nobetî ya akademîsyenên di zanîngehê de kar dikin jî bi biryara zanîngeha xweser didome.
Weke her rojê di saet 12.00’an de akademîsyenên li navenda Kampusa Başûr ya zanîngehê hatin gel hev û bi pişta xwe dane avahiya rektoriyê, li dijî erkdariya qeyûmê banga yekitiyê kirin.