Akademîsyen Ergul û Şenses hatin binçavkirin

Akademîsyenên li Zanîgeha Hacettepeyê Dr. Savaş Ergul û Erkdarê Lêgerînê Înan Şenses, di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.

Akademîsyenên li Zanîgeha Hacettepeyê Dr. Savaş Ergul û Erkdarê Lêgerînê Înan Şenses, di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Serdegirtina ji aliyê polîsên şaxa Têkoşîna Bi Terorê Re (TEM) bi hinceta “endamtiya rêxistinê, li ser navê rêxistinê xebat meşandinê” pêk hatiye. Hate hînbûn ku di dest emniyetê de lîsteyek binçavkirinê heye û ji 26 kesan pêk tê.

Akademîsyen Ergul û Şenses, 23’yê Kanûnê nehiştibûn komên nîjadperest êrîşî xwendevanên zanîngehê bikin û ji ber vê jî di tevnên civakî de bibû hedefa komên faşîst.

Savaş Ergul ê hate binçavkirin di heman demê de endamê “Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê” ye û îmzevanê danezana “Em nabin hevparê vî sûcî” ye.