Ajan Sayan di rûniştina destpêkê de li xwe mikur hat

Rûniştina doza li dijî ajanê MÎT'ê Mehmet Fatîh Sayan, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê dest pê kir. Sayan li xwe mikur hat ku têkiliya wî bi Yakûp Tûfan Karacali û Kemal Sakîn ên li Şûbeya Terorê li dijî Terorê ya Midûriyeta Emniyeta Enqereyê re heye.

Ajanê MÎT'ê Mehmet Fatîh Sayan, meha Kanûna 2016'an li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hate binçavkirin. Rûniştina destpêkê ya doza li dijî Sayan îro dest pê kir. Zêdeyî saleke ku Sayan di girtîgehê de ye. Di rûniştinê de, gilînameya têkildarî wî hate amadekirin, hate xwendin. Dozger di gilînameyê de ragihandin, ku Sayan ji sala 2013'an û vir ve ji MÎT'ê re dixebite, navbera Îlona 2015 û Kanûna 2016'an ji bo şopandina siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê kar kiriye û di nava vê demê de bi rêya e-mailê têkilî bi rayedarên MÎT'ê re daniye. Mehmet Fatîh Sayan li ser vê yekê axivî û dest pê kir qala hatina xwe ya Elmanyayê bike. Sayan diyar kir, ku ji bo karekî taybet çûye Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê û li wê derê bi kesên bi navê Yakûp Tûfan Karacali û Kemal Sakîn re têkilî daniye. Sayan li ser mijarên; hatina xwe ya Elmanyayê, zewaca xwe û karê xwe agahiyên li hev nakin, da. Sayan anî ziman, ku wî agahiyên li ser siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç daye Enqereyê. Sayan xwe ji bersiva ji bo pirsên dozger vegirt û diyar kir, ku wî bi giranî li ser bûyerên li Sûriyeyê agahî daye Enqereyê.

Rûniştina îro wê piştî navbera nîvro bidome.

BANGA LI ELMANYAYÊ

Siyasetmedarên Kurd û Elman duh li Hambûrgê daxuyaniyek dabûn çapemeniyê û ev bang li dewleta Elman kiribûn: "Bila Kurd careke din nebin qurbanê têkiliyên navneteweyî. Bila ev doz jî mîna dadgeha Gergerlîoglû nebe qurbanê siyasetê."

Parlamenterê Elman ê ji Partiya Çep Jan van Aken jî li ser mijarê rexne li Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan kir û got, "Erdogan mîna ahtapotekê ajanên xwe dişîne her derê û bi vî rengî hewl dide tirsê li her cihî belav bike. Berya her tiştî divê bes çek ji Tirkiyeyê re bê firotin û karê parvekirina îstîxbaratê yê navbera her du dewletan bê sekinandin."