Piştî ku Serokê Giştî yê KADEP’ê û Parlementerê Serbixwe yê Amedê Şerafettîn Elçî jiyana xwe ji dest da, parlementerên BDP’ê û gel herikîn Nexweşxaneya Medîcana. Li ber nexweşxaneyê Hevserokê KCD Ahmet Turk daxuyaniyek da û got; “Êşa me mezine, serê gelê Kurd sax be.”
Serokê Giştî yê KADEP’ê û Parlementerê Serbixwe yê Amedê Şerafettîn Elçî ku di hilbijartina 12’ê Hezîranê de, di Eniya Ked, Azadî û Demokrasiyê ya BDP’ê piştgirî didayê de kete Meclisê jiyana xwe ji dest da. Elçî demek dirêj bû li Nexweşxaneya Medican ya Enqereyê ji nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, Hevserokên KCD Ahmet Turk, Aysel Tûglûk, Cîgirên Serokê Koma BDP’ê Îdrîs Balûken, Pervîn Buldan, Parlementer Sirri Sakik, Parlementerê Şirnexê Hasîp Kaplan, Parlementera Amedê ya Serbixwe Leyla Zana û Parlementera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane hatin nexweşxaneyê. Her wiha nûnerên sazî û gel jî herikî nexweşxaneyê. Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk li ser nave parlementeran axaftinek kir û got, “Elçî di tekoşîna azadiya gelê Kurd de kesekî hîstiyar bû. Êşa me pir kûr û mezine. Serê gelê Kurd sax be.”
DÊ LI MECLISÊ MERASIM ÇÊBIBE
Cara destpêkê sibe dê di demjimêr 11.00’an de li Meclisê merasimek pêkbê. Piştre roja Pêncşemê dê cenazeyê Elçî bi balefirê bibin Mêrdînê û ji wir jî bibin navçeya Cizîr ya Şirnexê û defin bikin.