Ahmet Karataş êrîş vegot

Ahmet Karataş êrîş vegot

Endamê Meclîsa Partiyê (MP) Ahmet Karataş ê ku di avahiya HDP’ê ya Enqereyê rastî êrîşa bi kêran hat behsa êrîşê kir. Karataş der barê êrîşê de got: “Gava ji sekreteriyê re pirsa ‘Kesek rêveber heye?' kir, min jî got ez im. Êrîşî min kir.”

Dermankirina endamê MP’ya HDP’ê Ahmet Karataş ku li Navenda HDP’ê ya Enqereyê rastî êrîşa nîjadperestê bi navê Emre Akman a bi kêran hat û di Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê berdewam dike. Doktoran da diyarkirin ku Karataş ji 9 cihan birîndar bûye û dan zanîn ger kêra li stûyê wî ketibû, 2 cm jêrtir ketiba wê jiyana xwe ji dest bida.

Karataş piştî ji bandora narkozê derket cara yekemîn der barê êrîşê de axivî û got: “Min cara yekem ew kesî dît. Min berê nedîtibû. Gava ji sekreteriyê re pirsa ‘Kesek rêveber heye?' kir, min jî got ez im. Êrîşî min kir.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demirtaş çû serdana Katataş û der barê rewşa wî de agahî girt.