Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim

Ahmet Şik: Em ê ji kesên êşkenceyê dikin hesab bipirsin

Ahmet Şik piştî destgîrkirina ciwanên lîseyê ya bi derbkirinê çû  pêşiya Qereqola Îskele ya Kadikoyê û wiha got; “Ger ez hesabê ji van kesên êşkenceyê dike nepirsim namerd im. Em ê hesêb ji wan êşkencekaran û kesên hevsarê wan digre jî bipirsin.”

Xwendevanên lîseyê bi dirûşmeya ‘Karne bila ji were be pêşeroj a me ye’ sîstema perwerdehiyê ya AKP’ê protesto kirin. Nerazîbûnên li dijî destgirkirina xwendevanên lîseyê ya bi derbkirinê zêde dibin. Ji bo berdana 25 ciwanên ku temenê 7 kesan ji wan dibin 18 salî re ye, namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik li pêşiya Qereqola Îskele ya Kadikoyê daxuyaniyek da.

Ahmet Şik diyar kir ku ew weke bavekî hatiye vir ne weke siyasetmedarekê. Şik got dema dîmenên derbkirina ciwanan ditiye bi hêrz bûye û wiha axivî; “Îro bi unîformaya dewletê hemû kesan êşkenceya li ciwanan dît. Niha gelek bi hêrs im. Eger ez ji van kesên êşkenceyê hesab nepirsim namerd im. Ez li vir dibêjim ez ê hesab ji wan kesên êşkenceyê dikin û kesên hevsarê wan digre jî bipirsim”

NERAZÎBÛNA LI DIJÎ KESÊN ÊŞKENCE DIŞOPAND: EV ŞERM JÎ YA WE YE

Şik dema destgîrkirina xwedevanan a bi derbê nerazîbûn nîşanî bêdengiya kesên li wir kir û wiha got; “Li wir hemû kesî dît ku zarokên 16 salî çawe li dijî zilmê li berxwe didin. Li pêş çavên hemû kesî wan zarokan lêdan xwar. Dema zarok dihatin êşkencekirin tenê bi gotinan ev kar nabe. Li wir êşkence li wan zarokin kirin û li pêş çavên we hemûyan bila ev şerma we be.”

SACILIK: LI DIJÎ REWŞA AKP’Ê YA BITIRS EM Ê BI WÊREKÎ RAWESTIN

Namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê Velî Saçilik jî got; “Ji ber ku xwendevanên lîseyê dixwazin bi perwerdehiyekê laîk bibînin hatin êşkence kirin. AKP bi destgîrkirinê tirsê belav bike. Li dijî vê em ê bi wêrekî rawestin û em ê vê wêrekiyê derbasî nava civakê bikin. Em ê ne tenê ji bo hilbijartinê vê bikin em ê ji bo civakeke birêxistinkirî vêya bikin.”