Agirê Newrozê yê li Swêdê ji bo Efrînê hate dadan

Kurdistaniyên li bajarên Stockholm, Göteborg, Malmö û Örebro yên Swêdê, agirê Newrozê yê îsal ji bo gelê Efrînê û şervanên YPG û YPJ'ê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe didin dadan.

Li bajarên Stockholm, Göteborg, Malmö û Örebor yên Swêdê, Kurdistaniyan agirê Newrozê li park û meydanan dadan û dewleta Tirk, welatên Rûsya û cîhana rojava şermezar kirin. Li bajarê Gävle jî bi beşdariya bi sedan kesî pîrozbahiyek hate lidarxistin.

Nêzî hezar kes li navenda bajêr Malmö li hev civiyan, agirê Newrozê dadan û li dijî dewleta Tirk dirûşm qîriyan.

Çalakiya Newrozê ya li Göteborgê jî li meydana Götaplatsenê bi meşeke bi meşaleyan dest pê kir. Piştre li navenda bajêr li ber konê ku ji bo Efrînê hate vedan, dayikên şehîdan agirê Newrozê dadan.

Li paytexta Stockholmê jî Kurdistanî danê êvarê li Parka Humlegårdenê li hev civiyan û bi meşale, alên YPG/YPJ, PKK û KCK'ê ber bi Parka  Rålambhov meşiyan.

Kurdistaniyan li Parka Rålambhovê agirekî mezin dadan û ji bo şehîdên Efrînê deqeyek rêz girtin.

Çalakiya li Gävle jî dawiya hefteyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Gävleborgê Mirza Behram li vir axivî û got, "Efrîn wê bi ser bikeve, wê dawî li dîktatoran bîne."

Piştî axaftin û peyamên partiyên siyasî yên Swêdê û mêvanên hatin vexwendin, Seyda Perinçek, Beytocan, Gürsel, Ako Kemal û Shahi Rojava derketin ser dikê.