Agir Stêrk û hevrêyê wî Mehmet Axîn hatin bîranîn

Agir Stêrk û Mehmet Axîn ên di 17'ê Kanûna 2018'an de ji ber bombardûmana balafirên şer ên dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dan, li Celleyê hatin bîranîn.

Agir Stêrk (Abdullah Osmanoğlu/ Êlîh/ Şukran-Alî) û Mehmet Axîn (Rênas Benek/ Wan/ Ayfer-Kazim) di 17‘ê kanûnê 2018’an de li herêmên Parastina yên Medyayê di êrîşeke dewleta Tirk ya hewayî de şehîd bûn.

Agir Stêrk beriya şehadetê li bajarê Cellê û Hannover kar kir û di demekê de hevserokatî di (NCDK-Cellê) Navenda Civaka Demokratîk ya Kurdistaniyên li Cellê kir.

Kurdistaniyan ji bo bîranîna her du cangoriyan li Mala Êzidiyan a Celleyê civînek pêk anîn.

Civîn ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şoreşgerên dinyayê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre Hevserokê NCDK-Cellê Şêx Behcet axivî û got, “Şehîdên me hemû ji me re wek hev in, le belê yek ji nav me derkeve û xatir bixwaze, şewata wî gelekî mezine. Agir Stêrk li bajarê Hannover û Cellê xwe xistibû dilê me tevda."

Li ser navê Malbatê Şehîdan (Komaw) Apê Hesen ji got, "xwîna şehîdên me ne erzan in, divê malbatê şehîdan li cihê xwe rehet rûnenên, xwestekên şehîdan azadiya welat û gelê me ne û divê em şopdarên wan bin."

Piştre bi sînevîzyonê Şehîd Agîr û hevrêyê wî Axîn bîr anî.

Xwişkên Agir wusa li ser birayê xwe xwe axivîn, “Em li malê 4 xwîşk û çar biran e. Em 8 xwişk û bira bûn, dayika me gelekî zahmetî kişand ji ber ku wê tenê me xwedi kir, Bîlal (Agir Stêrk) ji me re bav bû. Dema Brayê me hate Elman emrê wî gelekî biçûk bû, penaberek zarok bû lê wî cardin jî xwe xist nava dilê herkesî. Brayê me mirovek girêdayî û xweşbîn bû. Ew bi kenê xwe di hat nasîn, gava ew diket odeyê, mirov fêhm dikir ku ew hat, bi rastî jî ew bi karisma bû, dilekî gelekî mezin bi wî re bû. Cûdahiyên me herdem hebû, lê herdem wî me kêyif dikir, ew gelekî welatparêz bû me veya gelekî didît. Jiyana wî bi şa bû. Hevalên wî gelek bûn lê guhê wî herdem li ser malbatê hebû. Wî valahîyek mezin li dewsa xwe hîşt, emê herdem bîra wî bikin."

Nûnerê Tevgera Ciwanên Şoreşger jî destnîşan kir ku wê xewn û xeyalên Agir pêk bînin.

Piştre ciwanên ku ew nas dikirin hestên xwe anîn ziman.

Civîna bîranînê bi dirûşma “Bijî Serok Apo“ û “Şehîd namirin” dawî bû.