AFP'ê belgeya talankirina Efrînê weşand

Rejîma Tirk piştî ku 18'ê Adarê kete nava navenda Efrînê, bi çeteyên xwe re dest bi talanê kir.

Dizî û talana ku leşker û çeteyên Tirk li Efrînê kir, cihekî berfireh di çapemeniya navneteweyî de girt. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku ji destpêka dagirkeriyê ve bêdeng e, piştî ku talanê dest pê kir daxuyanî da û got, "em bi fikar in."

AFP'ê wêneyên talana ku leşker û çeteyên Tirk li Efrînê kirin weşand.

"Êvara Yekşemê AFP'ê ragihand ku yên dikan, wesayit, heywan û eşyayên şexsî dizîn û talan kirin, bi giranî ji bajêr derketin."

"Eşyayên ku dizî û xistin romorka traktorekê"

Rojnameya Le Monde jî belgeya van wêneyan weşand.

Li binê vî wêneyê wiha nivîsand:

"Efrîn beriya destwerdana Enqereyê yekane herêm bû ku ji hilweşîn û şerê li Sûriyeyê parastî bû."

"Serhildêrên Sûriyeyî peykerê Kawayê Heskinkar ku lehengekî mîtolojîk ê Kurd e li navenda bajêr hilweşandin."