ADEF ji bo meşa li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir
ADEF’ê ji bo meşa 4’ê Mijdarê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê pêk were banga tevlîbûna girseyî kir.
ADEF’ê ji bo meşa 4’ê Mijdarê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê pêk were banga tevlîbûna girseyî kir.
Federasyona Yekîtiyên Dersîm a Demokratîk a Ewropayê (ADEF) a daxuyaniyek nivîskî da wiha got:
“Federasyona me ya ADEF a li ser eksena Derimê li Ewropa xebat dide kirin, ji bo Abdullah Ocalan û hemû girtiyên şoreşger azadî bi şîara “Em rê nadin faşîzmê, Dawî li qedexe, zext û çewisandinên li ser saziyên Demokratîk ên Şoreşger ên Ewropayê” em ê cihê xwe di maşa navendî ya4’ê Mijdarê li Dusseldorfê bê lidarxistin de bigirin.
Divê Dersimiyên li Ewropayê dijîn bi awayekî xurt tevlî meşê bibin û ji bo piştgiriya bi saziyên dost, bi gelên tê cudakirin û hejar û ji baweriyên cihê re bikin, wê di çanda civaka Dersimê û di warê girêdana wê ya bi mîrasê wê yê dîrokî re jî xwedî wate û girîngiyeke cuda be.
Li aliyê din li dijî rênedana meşê, nêzîkatiyên qedexeker ên li dijî pêwîstiyên herî bingehîn ên jiyanê ên gelê me yên mîna xwarin û vexwarinê şermezar dike, em carekî didin din diyarkirin ku ti qedexeyên dijî mirovahiyê û destûran nas nakin.
Li cihê ku faşîzma AKP’ê li dijî hemû nirxên mirovahiyê şer dayî destpêkirin, li gel me yên ku hemberî dîrokê rawestayîn, di serî de kedkarên ji her cure netewe û baweriyê, yên di bin zext û çewisandinan de, li gel kekdarên ji baweriyên cuda û tên cudakirin, bi awayê topyekûn li dijî faşîzmê ji bo seknekî hevpar raber bikin li Dusseldorfê kom bibîn.
Divê gelê me li diî êrîşên faşîst ên dewleta Tirk a li ser girtîgehan, êrîşên bêperwa yên li ser girtiyên şoreşger û komunîst. Ji bo xwedî li şoreşger, demokrat, welatparêz û girtiyên siyasî yên komunîst ên li dijî êrîşên hov ên deshilta AKP’ê li ber xwe didin derbikevin li gel gelê xwe tevlî bê meşa bi heybet bibîn.
Bang xwedîderketina li hemû mîrasên civakê, hemû partî, rêxistin, sazî û kesan dikin ku li dijî êrîşên faşîst ên bêperwa ên diktatoriya nîjatperest û yekparêz dikin ku mil bi mil bidin hev, li gel hev berxwedanê bikin hevpar û dirûşma ‘No Pasaran’qîr bikin.