Aboriya Tirkiye û Îranê di bin çavdêriyê de ye

Tê payîn ku li wan welatan ên ku bi pêş ve diçin xurtbûna aboriya wan di sala 2019’an de derkeve ser 4 ji sedî. Lê ji bo Tirkiye û Îranê rewş ne hêvîdar e.

Li gorî rojnameya Les Echosê di sala 2019’an de li Brezîlyayê surprîzek tê payîn. Ji ber şerê aboriyê yê di navbera DYE û Çînê, Wîetnam ketiye kemînê. Ji bo Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Başûr texmînên erênî tên kirin.

Tê payîn ku li Brezîlyayê jî geşbûnek pêk were.Tê diyarkirin ku li Rûsyayê pêşveçûna aboriyê di sala 2019’an de ji 1,7 ji sedî derkeve 1,8 ji sedî. Ya Çînê jî ew ê ji 6,6 ji sedî dakeve 6,2 ji sedî.

Ji bo welatên ku pêş dikevin ev texmîn tê kirin. Lê ji bo Tirkiyeyê nirxandinên bi fikar tên kirin. Li Tirkiyeyê texmînên Moody’s diyar dike ku ew ê di sala 2019’an de 2 ji sedî dahata neteweyî kêm bibe. Li gorî Cîtîgroûpê jî ew ê ev rêje 3,3 ji sedî be. Tirkiye ligel Îranê di nav welatan de ne, yên ku di bin çavdêriyê de ne. Heman rewş ji bo Erjantînê jî wisa ye.