'Aboriya PDK'ê di kontrola AKP'ê de ye'

PDK di aliyê siyasî û aborî de di kontrola dewleta Tirk de ye. Ji bo vê ji dagirkirina Kurdistanê re bêdeng e. AKP ya ku PDK'ê weke çengekî xwe dibîne, aboriya PDK'ê kontrol dike.

Lêkolînerê ji Enstîtûya Polîtîkayên Rojhilata Navîn a Tahrirê ku navenda xwe li Washîngtonê ye, Kamal Chomanî dibêje PDK ji hêla  siyasî û aborî ve di bin kontrola AKP'ê de ye. Chomanî diyar dike ku Serokkomarê Tirk Erdogan PDK'ê weke çengekî AKP'ê dibîne û aboriya PDK'ê ji hela dewleta Tirk ve tê kontrolkirin. Li gor Chomanî pêdiviya Başûrê Kurdistanê bi lîder û siyaseteke nû heye.

Chomanî ji rojnameya Yenî Ozgur Politîka re axivî.

Chomanî di hevpeyvînê de got Tevgera Goran hewl dide ku krîza berdest ji xwe re dixwaze bike derfetekê û ji bo ku hikûmet biguhere wê hewl bide desteka Iraq, Tirkiye, Îran û bi taybetî ji Amerîkayê bitsine. Lê Cohmanî diyar dike ku niha du arîşe li ber Goran hene ku yek ji van ew e ku hê bi Berhem Salih û rexistinen dî re hê eniyeke hevpar ava nekirine û ya dî jî ew e ku Serokê Goranê Omer Seyîk Alî di hin babetan de wê bi hesanî nikaribe biryaran bistîne.

'OCALAN RÊBERÊ NETEWEYÎ YE'

Chomanî got Mesûd Barzanî bi referandûmê dixwest şikestina xwe ya van salên dawî bicebirîne û ya dî jî xwest xwe weke rêberekî serxwebûna netewî nîşan bide lê dema ku mirov bi Abdullah Ocalan û rêberên dî yên Kurd re dide ber hev ev bi asteke pir qels bû. Chomanî dibêje, ''Ocalan ne tenê Rêberê Gelê Kurd lê her wiha hatiye asta rêberê neteweyî. Ocalan weke şoreşgerekî mezin ê dinyayê tê dîtin. Îdeolojî, siyaset û paradîgmaya Wî li Kurdistan û dinyayê destekê ji xwe re dibîne.'' 

'BARZANÎ XWEST ENCAMÊN REFERANDÛMÊ JI BO DESTHILATDARIYA XWE BI KAR BÎNE'

Chomanî bi berdewamî got Barzanî bi encamên referandûmê armanc kir ku desthilatdariya xwe domdar bike û hin arîşeyên wî bi hikûmeta Bexdayê re hebûn, Barzanî ji bo ku di çareseriya van arîşeyan dest hin tiştan bi dest ve bixîne xwest ku encamên referandûmê li dijî hikûmeta Iraqê weke kozekê bi kar bîne. Chomanî bi domdarî got ji bo ku Mesûd Barzanî vê armanca xwe pêk bîne jî herî pir pêdiviya wî bi petrola Kerkûkê hebû, Barzanî bi hevdîtinên bi Bexdayê re plan dikir ku dev ji encamên referandûmê û serxwebûna Kurdistanê biqere di ber vê de jî plan dikir ku ji hêla aborî ve serbixwe bibe.

ÇIMA DYA DESTEK NEDA REFERANDÛMÊ?

Kamal Chomanî got DYA û hêzên dî yên Rojavayî ji ber gelek sedeman destek nedidan referandûmê ku yek ji van sedeman ew bû ku dixwestin pêşî şerê dijî DAIŞ'ê bi encam bibe û her wiha ji ber ku referandûm yekalî bû DYA nedixwest destekê bide vê biryarê. Chomanî dibêje DYA 2003'an ji bo ku  li Iraqê pêşengî ji pêkhateya nû kriine nedixwest pêşengiyê ji dabeşbûna Iraqê re bike, ev ê ziyan bida îmaja wê û her wiha Iraq jî wê ev qebûl nekire.  

Her wiha Chomanî bal kişande ser mijara petrolê jî ku di van salên dawî de beşekî mezin a petrolê Kurdistanê firotibûn şîreketên petrolê yên Tirk û Rûsan.

'HEKE LI BAŞÛR TEVGERA PKK'Ê, OCALAN PÊŞENGÎ BIKIRA EV ARÎŞE ÇÊNEDIBÛN'

Chomanî bi domdarî got li Başûrê Kurdistanê kana hemû arîşeyan krîza deshilatdarî û lîdertiyê ye, desthilatdariya heyî ne xwedan îdeolojiyeke xurt e, ji hişmendiya neteweyî bêpar e û her wiha ne xwedan sincekî siyasî û vînê ye. Choman bi domdarî dibêje heke li Başûr tevgereke weke PKK, lîderekî weke Ocalan ji me re pêşengî bikira, heke guh bidana pêşniyaren di hêlên demokratîk û reformê de yên Newşîrwan Mustafa, arîşeyên heyî wê ne bi vê astê bûna. 

AZADKIRINA REQAYÊ SERFIRAZIYEKE MEZIN E

Chomanî azadkirina Reqayê weke serfiraziyeke pir mezin bi nav kir û got bi taybetî piştî têkçûna Hikûmeta Başûrê Kurdistaê ev serfirazî hinekî atmosfer guherandiye, her çendî li ser siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê Kurd û dinya bi awireke neyênî binerin jî azadkirina Reqayê ya bi destê şervanên Kurd û bi taybetî jî şervanên jin ên Kurd (YPJ) serfiraziyeke mezin e. Chomanî got bi ya wî ev ne serfiraziya hêzekê ya li ser hêzekê ye lê serfiraziyeke îdeolojîk ku Ocalan pêşengiya wê dike. Chomanî wiha got, ''xwîşk û biratiya gelan, konfederalîzma demokratîk, îdeolojiya neteweya demokratîk, li dijî wê faşîzma li dijî Kurdan û gelan bi ser ket. 

Radestkirina Kerkûkê û ji destwergirtina wê ya ji hêla Heşdî Şebî û Hikûmeta Iraqê ve jî têkçûna milletparêziya Kurd e.''

'PDK JI HÊLA SIYASÎ Û ABORÎ VE DI BIN KONTROLA DEWLETA TIRK DE YE'

Li ser 18  baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ên Başûrê Kurdistanê Kamal Chomanî got biya wî ev peymaneke di navbera PDK û Tirkiyê de ye û li dijî PKK'ê hatiye danîn ev peyman. Chomanî diyar kir PDK li ser parastina xwe jî bi fikar e û ji ber vê sedemê jî bi dewleta Tirk re hevkariya xwe kûr kiriye ev tifaqa di navbera PDK-Tirkiyê de hatiye wê asta ku li Başûr 18 baregehên leşkerî werin danîn.

Chomanî her wiha got, ''PDK ji hêla siyasî û aborî ve ji bo ku di bin kontrola dewleta Tirk û AKP'ê de ye li hemberî dagirkirina Kurdistanê ya ji hêla dewleta Tirk ve bêdeng dimîne. AKP PDK'ê weke çengekî xwe dibîne. Ji bo vê jî çengekî partiyê ti caran li dijî lîder nikare siyasetê bike, nikare li dij derkeve û biryaran bide. Tirkiye aboriya PDK'ê kontrol dike. PDK dizane ku destûrê nede hebûna leşkerî ya Tirkiyê ji hêla aborî û leşkerî ve wê zext li ser were kirin. Heke piştî hevkariya bi salan heke dewleta Tirk ji Kurdistanê were avêtin PDK ne ku wê tenê xeyalên xwe yên aborî ji dest bide lê her wiha malbata Barzanî bixwe jî namîne. Ji bo vê jî PDK girêdayî hebûna dewleta Tirk a li Kurdistanê ye.''