Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo cejna Qurbanê ya 'bê qurbanî' pîroz kir

ABDEM'ê danezana encamê ya konferansê aşkera kir

ABDEM'ê danezana encamê ya konferansê aşkera kir

Komîsyona Heqîqet, Rûbirûbûn û Edaletê ya ABDEM'ê, bal kişand ser komkujî û qirkirinên di demên Osmanî û Komarê de hatine kirin û destnîşan kir, ku rûbirûnebûna li dîroka xwe, astengiya herî mezin a li pêşiya aştî û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Komîsyonê ji dewleta Tirk xwest, rastiya qirkirinê qebûl bike, ji gelan lêborînê bixwaze, mafê welatîbûnê nas bike, cihên gor'an aşkera bike û milkên hatine xespkirin, tazmîn bike.

Komîsyona Heqîqet, Rûbirûbûn û Edaletê ya Meclîsa Aştî û Demokasiyê li Ewropayê (ABDEM), danezana encamê ya konferansa "Ji 1915'an heta Şengalê ji Qirkirinan re Na"" ku di 6-7'ê Kanûna 2014'an de li Zanîngeha Kolnê ya Elmanyayê lidar xist, aşkera kir.

'BÊYÎ DEMBIHURÎNÊ MEHKÛMKIRIN Û RÛBIRÛBÛN...'

Di danezana encamê de hat destnîşankirin, ku di avakirina pêşeroja hevpar û azad a gelên li erdnîgariya Anatolî û Mezopotamyayê de, divê hemû sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin bêyî pîvana bihurîna demê di ser re bên mehkûmkirin, rûbirûbûn were kirin û hat gotin, "Di serî de qirkirinên li hemberî Ermenî, Asûrî-Suryanî-Kendalî, Rûm, Pontûs, Kurd, Êzidî, Elewî û Dêrsimê, divê hemû sûcên li dijî erdnîgariya me ku di dema nêz de li Şengal, Nînova û Kobanê qirkirin hat kirin, rûbirûbûn çêbibe."

'RÛBIRÛNEBÛN ASTENGIYA HERÎ MEZIN A LI PÊŞIYA DEMOKRATÎKBÛYÎNA TIRKIYEYÊ YE'

Di danezana encamê de ev xal hatin destnîşankirin: "Di demeke ku Qirkirina bi serê Ermenî û Asûrî-Suryaniyan hatiye dikeve sala 100. de, konferansa me destnîşan dike ku rûbirûnebûna Tirkiyeyê bi dîroka xwe re, li gel gelek belgeyan jî înkarkirina qirkirinan, qebûlnekirina nasname û baweriyên cuda, weke astengiya herî mezin a li pêşiya aştî û demokrasiyê ye."

Di danezana encamê de hat ragihandin ku dîroka sed salên dawî ya Komara Tirkiyeyê dîrokeke qirkirinan e û hat diyarkirin, ku li piştperdeya komkujiyên Koçgirî, Zîlan, Agirî, Dêrsim, Mereş, Meletî, Sêwas, Gazî û Roboskî, avabûna dewleta Tirk a li ser bingeha yek ziman, yek ol, yek nîjad heye. Di danezana encamê de hat destnîşankirin, ku di rakirina vî mejî û afirandina jiyaneke aştiyane ya gelan de Şoreşa Rojava mînakeke girîng e, alternatîfeke jiyanê pêşkêş dike û hat gotin, "Modela rêveberiya xweser a li Rojava, ku neteweyên cuda û gelên ji baweriyên cihê bi vîna xwe ava kirine, rola pêşengiyê ya jinê di her qada jiyanê de, derb li bingeha sîstema bi serdestiya mêr xistiye."

Di danezana encamê de hat ragihandin ku mîna li Şengalê hat jiyîn destavêtin, qetilkirin û firotina jinan, ne tenê pirsgirêkek giran a di dema şer û qirkirinan de tê jiyîn e, di heman demê de nêzîkatiya sîstema kapîtalîst a li jinê ye ku weke mirovên di asta duyemîn de dibîne û hat gotin, "Têkoşîna azadiya jinê, wê rûbirûbûna civakê ya bi xwe re, bilezîne û jiyaneke aştiyane biafirîne."

Di danezana encamê de bal hat kişandin ser rewşa Êzidî û Elewiyan ku di demên Osmanî û KOmarê de her tim rastî qirkirin û asîmîlasyonê hatine û hat bibîrxistin, Rûm û Kurd li komkujiyên nîjadperestiyê yên dewleta Tirk rast hatine.

'TEVGERA AZADIYÊ YA KURD HESTA XWIŞK-BIRATIYÊ AFIRAND'

Di dewama danezanê de hat ragihandin ku Tevgera AzadiYê ya Kurd bi berxwedana xwe ya 30 salan re, hişmendiya şermezarkirina qirkirinê di nava gelê Kurd de afirandiye, rê li ber hestên xwişk-biratiyê vekiriye, lê belê dewleta Tirk di nava gelê Tirk de dijminatiya Kurdan belav kiriye û pêşî li hişmendiya protestokirina Qirkirina Ermeniyan girtiye."

Di danezana encamê de hat diyarkirin ku heta rûbirûbûneke rasteqîn neyê kirin edalet bicih nayê û bang li dewleta Tirk hat kirin, ku hewldanên aştiyê yên Tevgera Azadiyê ya Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cidî binirxîne, dest ji mijûlkirin, êrîşkarî û polîtîkayên komkujiyê berde, bi gav avêtinan re pêvajoya diyalogê veguherîne muzakereyê.

DAXWAZ

Di danezana encamê de hat ragihandin ku di encama konferansê de hatiye xwestin, ku rastiya qirkirinê bê qebûlkirin, dewlet lêborînê ji gelan bixwaze û nîşaneyên vê hişmendiyê ava bike. Li gorî danezana encamê, di konferansê de hat xwestin; ku mafê welatîbûnê yên ji cih û warên xwe hatine kirin bê dayîn, vegera gelan bê qebûlkirin, milkên hatine xespkirin bên tazmînkirin, cihên pîroz ên gelên rastî qirkirinê hatine bên restorekirin û radestkirin, navê cih û warên hatine guhertin bên vegerandin, di pirtûkên dersê de rastiya qirkirinê were bicihkirin û di vê çarçoveyê de navê kesên sûcê qirkirinê kirine yên li hin cihan hatine kirin, ji wan cihan bên rakirin. Berpirsyarên qirkirinan bên darizandin û bên cezakirin. Cihê gorên rewşenbîrên Ermenî yên hatine qetilkirin, Seyîd Riza û hevalên wî, yên di binê çavan de hatine windakirin bên aşkerakriin, cenaze radestî malbatan bê kirin û ji bo bîranîna mirovên hatine qetilkirin bîrdarî werin çêkirin.

Di danezana encamê de hat destnîşankirin, ku di konferansê de her wiha hatiye xwestin ku dersên olî yên ji neçarî bên rakirin û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê naskirin.