Abbas Taştanê CHP’yî li mala xwe hate kuştin

Abbas Taştanê CHP’yî li mala xwe hate kuştin

Abbas Taştanê serokê CHP’a navçeya Malatyayê Avguvanê yê berê û ji bo serokatiya şardariya dema bê bûyî namzet di mala xwe de rastî êrîşê hat, di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên bi dest ketîne ji aliyê kes yan jî kesên nasnameya wan nediya ve Argunê ku malbata wî li Malatyayê di rûne ji aliyê kes yan jî kesên nasnameya wan nediyar ve bi demançeyê hatiye kuştin. Kes yan ji kesên nasnameya wan nediyar tiştên mala wî têkilhev kirîne, pişt re jî bi otomobîla li ber deriyê Taştan reviyane. Piştî ku polîsan bûyer bihist hatine cihê bûyerê, li dora malê girtin û dest bi lêkolînê kirin, ji bo girtin kesên bi goman jî dest bi lêpirsînê kirin.