Abadî xwepêşandêr hişyar kir

Serokwezîrê Iraqê Haydar Abadî diyar kir, di protestoyên li bajarên başûrê Iraqê de ew ê êrîşên li hemberî Partiya Dewleta Îslamî û Meclîsa Îslamê ya Bilind qebûl nekin.

Serokwezîrê Iraqê Haydar Abadî diyar kir, di protestoyên li bajarên başûrê Iraqê de ew ê êrîşên li hemberî Partiya Dewleta Îslamî û Meclîsa Îslamê ya Bilind qebûl nekin. Abadî got, "Di bin navê xwepêşandanê de nabe ku buroyên tevgerên siyasî û girseyî werin şewitandin."

Serokwezîrê Iraqê Haydar Abadî îro daxuyaniyek da û diyar kir, di protestoyên li bajarên başûrê Iraqê de ew ê êrîşên li hemberî Partiya Dewleta Îslamî û Meclîsa Îslamê ya Bilind qebûl nekin. Abadî bang li derdorên siyasî yên Iraqê kir, ku hewldanên bi vî rengî bi tundî şermezar bikin.

Di daxuyaniya ji aliyê buroya Serokwezîr Abadî ve hat dayîn de bal hat kişandin ser operasyonên hêzên emniyetê yên li hemberî DAIŞ'ê û hat gotin, "Hêzên me yên emniyetê li Fellûceyê ber bi serketinê ve diçin û xaka dagirkirî ji nû ve tevlî nava sînorên neteweyî dikin. Di demeke bi vî rengî de di bin navê xwepêşandanê de ofîs û buroyên hin tevgerên siyasî girseyî tên şewitandin. Ev ne ya qebûlkirinê ye."

Serokwezîrê Iraqê Abadî ban li xwepêşandêrên welatparêz û derdorên siyasî yên Iraqê kir û ji wan xwest, rê nedin hewldanên bi vî rengî.