Ûysal: Bendemayîna rapora Tiba Edlî ya Kaya li dijî hiqûqî ye

Parlamentera HEDEP'ê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan got ku ew qebûl nakin ku kesekî ji sedî 93 astengdare û hewcedariya wî bi lênêrînê hebe bi mehan di girtîgehê de li benda raporê bêhiştin.

Giirtiyê nexweş ê giran Abdulhalîm Kaya yê 81 salî de ji ber beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bû di sala 2008'an de doz lê hat vekirin û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye” 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Cezayê Kaya di sala 2011’an de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat pejirandin. Kaya ku li Bûrsayê ji ber nexweşiya prostatê emeliyat bû, di 14'ê Cotmeha 2020'an de hatibû binçavkirin û li Girtîgeha Girtî ya Tîpa H a Bursayê hatibû girtin. Kaya ku 60 roj bi tena serê xwe di odeyekê de ma, di 4’ê Çileya 2021’ê de ji ber serlêdanên ku hatin kirin 6 mehan cezayê wî hat taloqkirin. Piştî cezayê wî hat taloqkirin Kaya vegeriya Sêrtê û tedawiya xwe berdewam kir.

Kaya tevî pirsgirêkên wî yên tenduristiyê di 31'ê Adara 2023’yan de careke din hat girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa M ya Êlihê. Serlêdanên parêzerên malbatê yên ji bo taloqkirina cezayê hatin kirin, ji ber ku Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê di 31'ê Tebaxê de rapora "Dibe ku di girtîgehê de bimîne" da, bersiva neyînî dan. Kaya ku çavê wî yê çepê nabîne û guhê wî yê çepê nabihîse gurçikên wê têk çûne. Kaya bi nexweşiya şekir û tansiyonê ye û nexweşiya demensê pê re heye. Kaya ji ber nexweşiya dil anjîyo hat kirin. Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê di 12’ê Cotmeha 2022’an de rapora ku ji sedî 93 astengdariyê da. Di raporê de ev tesbît hatin kirin: "Bi tena serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne. Di şert û mercên girtîgehê de nikare înfaza xwe bidomîne, nexweşiya mehkûman teqez xetereya jiyanê ye û xuya dike ku ew bi tena serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne."

‘SEDÎ 93 ASTENDAR E, PÊDIVIYA WÎ YA NÊRÎNÊ HEYE’

Parlamentera Şirnexê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Newroz Uysal Aslan diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê bi sedan girtiyên nexweş hene. Aslan da zanîn ku girtiyên nexweş li gorî nexweşiyên xwe, temen û cureyên girtîgehê diguhere û diyar kir ku yek ji girtiyên nexweş ên di demên dawî de di rojevê de ye Abdulalîm Kaya ye û wiha got: “Gelek emeliyat bû. Niha pêdiviya wî bi alîkarî û lênêrînê heye. Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M ya Êlihê girtî ye û bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê kiriye' nêzî 5 sal ceza lê hatiye birîn. Berê jî ji ber nexweşiyê înfaza wî hatibû taloqkirin. Lê belê piştî ku ev taloqkirin bi dawî bû, ji Adara 2023’an ve dîsa birin Girtîgeha Girtî ya Tîpa M ya Êlihê. Ji wê rojê heta îro girtiye. Di vê heyamê de gelek caran rakirin nexweşxaneyê. Malbat û parêzerên wî ji bo taloqkirina înfazê serlêdan kirin. Me jî nexweşiya wî anî rojeva Meclîsê."

‘YEKÎ KU BI TENA SERÊ XWE NIKARE JIYANA XWE BIDOMÎNE’

Aslan diyar kir ku rewşa ku Kaya tê de ye li dijî hiqûqê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî “Rewşa Kaya ji aliyê hemû raya giştî ve hat dîtin. Em qebûl nakin ku kesên hewcedariya wî bi lênêrînê hebe bi mehan di girtîgehê de li benda raporekê bêhiştin. Parêzer ji ber nexweşî û kalbûnê serlêdana taloqkirina înfazê dan û xwestin demildest bê berdan. Sedema ku cezayê wî nehatiye taloqkirin jî îdiaya 'dikare di girtîgehê de bimîne' ye û li benda raporê ye. Sê serîlêdanên cuda hene. Malbat, parêzer û ji bo ku pêvajo lez bibe em nîqaşên xwe yên bi wezaretê re didomînin.”