Ûca: Duh DAIŞ, îro OSO

Wêkîla HDP’ê Feleknas Ûca di derbarê êrîşên dagirker ên dewleta Tirkiyê li meclîsa Tirkiyê daxuyanî da çapemeniyê. Feleknas Ûca bibîr xist ku 400 hezar mirovên ji şer reviya bûn li Efrînê bi cih bûn û 6 sal in li vir bi ewle û di nava aştiyê de dijiyan.

Feleknas Ûca bal kişand ser dewlemendiya çand û baweriyên Efrînê got: “Tirkiye di bin navê ‘têkoşîna bi terorê re’ dest bi dagirkeriya Efrînê kir û bombeyan li ser gel û baweriyên wir dibarînin. Di vê dagirkeriyê de gelek etnîsîte, çand û bawerî  bûne hedef; gelek navêndên ol û baweriyan hatine bomberdûmankirin.”

ÊZÎDÎ NE JİBERXWE DİBİN HEDEF

Feleknas Ûca destnîşan kir ku artêşa Tirk sivîlan dike hedefa êrîşan û got ku yek ji civakên dibe hedefa êrîşan jî Êzîdî ne.  Di derbarê Êzidiyên li Efrînê Feleknas Ûca komkujiya Şengalê ya 2014’an bibîr xist û wiha dewam kir: “Îro Êzîdiyên li Efrînê bi komkujiyeke heman awayî rûbirû ne. DAIŞ’ê di 2014’an de li Şengalê pêşî êrîşî Êzidiyan kir. Di êrîşa îro ya artêşa Tirk-OSO jî Êzidiyên Qestel-Cîndo hedef in û ev ne rasthatî ye.”