Şûrê paralel ê Siltan: SADAT

Erdogan piştî ku fêm kir wê serweriya wî ya li ser artêş û emniyetê têr neke, pêşiya SADAT’ê vekir a ku dostê wî yê berê Tanriverdî li ser e.

Dewleta Tirk bi destê hikumeta AKP’ê xwe ava dike, ji bo civakîkirina vê guherînê jî di nav hewldanên mezin de ye. Kemalîzma kevnbûyî bi paş ve tê kişandin û Tirkperestiya Îslamî jî dixwaze desthilatiya xwe zêdetir bike. Çerxên avadaniya dewletê ya ku Tirkiye û Bakur Kurdistanê daye ber xwe, bi navê komele, weqf û yekîtiyan berê xwe dan Rojava. Ji nav van jî ya herî cihê SADAT e. Leşkerên di nav kadroya şerê qirêj a li dijî Kurdan de ye ev SADAT ava kirine, tecrubeya xwe bire Rojava û Lîbyayê.

AKP wekî hebûneke îdeolojîk, dixwaze bandora xwe li ser hemû beşên civakê bike. Ji çarçoveyeke hişk, dogmatîk û sekter zêdetir li ser çarçoveyeke nerm û pragmatîk xeteke rêxistinbûna vekirî çêdike. Hemû avadaniyên Îslamî heke bi AKP’ê re bin dikarin hebûna xwe bidomînin. Derfetên dewletê tên seferberkirin û tê xwestin ku ev bibin çerxên veguherîna civakî. Îro li her bajar, tax, kolanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji komkirin alîkariyê bigire heta weşandin û reklamê hin avadanî hene ku ‘xizmet’ê dikin û bi ser de ji xwe re di warê îdeolojîk de angaje dibin. Hinek ji van tiştan torên wan gelekî fireh e û wekî rûyê nerm ê polîtîkaya derve ya Tirk e.

Ev avadanî li Rojava li hemberî Kurdan çeteyan dibîne, zemîna peydakirina çeteyan ava dike, lojîstîkê didin van çeteyan, hinek ji wan dibin giredana sereke ya dewletê, beşek jê jî îmaja van çeteyan werdigire ser xwe.

Li ser hemûyan jî desthilatdariya AKP’ê û unîteyên çalak ên dewletê hene. AKP û dewleta Tirk him dixwaze xwe ji Esad pak bike, rejîmeke Sunnî ava bike û dixwaze Rojava jî entegreyî vî tiştî bibe. Ji ber vê jî ji hundir û derve ev avadanî motîve kirin. Ji ber ku li Sûriyeyê hilweşandina rejîmê bi derengî ket û li Rojava Kurd ber bi rêveberîyeke demdemî ve diçin dewleta Tirk û AKP hêrs dibin. Ev avadaniyên ku mezin dibin, maka wan a sereke jî bêguman Enqere ye. SADAT wekî şûrekî ‘cîgir’ ê Siltanê Tirk di bin banê wî de hate avakirin.

SADAT ÇI YE?

SADAT A.Ş. di warê parastina navneteweyî de saziyeke şêwirmendiyê ye. Bi destpêkirina ‘Bihara Ereban’ re ev proje hatiye destpêkirin. Parlementerên CHP’ê diyar kiribûn ku SADAT mûxalifên Sûriyeyê perwerde dike, artêşeke taybet a alternatîfa artêşa Tirk ava dike û pirsname dabû. Di dema şerê Rojava de dema hebûna Tirkan derkete holê, SADAT kete rojeva Kurdan. SADAT’ê venedişart ku ew perwerdehiya şerê derpergalî dide û kadroyên wê yên sereke jî li Kurdistanê di nav şerê qirêj de cih girtibûn. Generalê bi navê Korkmaz Tagma yê ku kujerê hevalê me rojnameger Ferhat Tepe ye, di nav vê saziyê de cih digire.

KÊ AVA KIR?

Ji aliyê tûggeneralê teqawît Adnan Tanriverdî di 22’ê Sibata 2012’an hate avakirin. Tanriverdî di nav Daîreya Şerê Taybet de cih girtibû ji ber vê peywirê xwe dipesinand û di sala 1996’an de teqawit bû. Wekî tumgeneralê teqawit Korkmaz Tagma di rojnameyên wekî Zaman û Vakîtê de derket holê. Korkmaz Tagma di salên 1990’î de li Bedlîsê li ser peywirê bû û berpirsê yekemîn ê bajêr bû. Korkmaz rojnameger Ferhat Tepe revandibû û ew qetil kiribû. Tagma piştre xwe nêzî Koma Fethûllah Gulen kir. Diyar kir ku AKP û Gulen wê karibin bi hev re li dijî Kurdan baş têbikoşin. Di kadroyên sereke yên SADAT’ê de general û albayên wekî Mehmet Zelka, Mehmet Înkaya, Halûk Yildirim, Îrfan Çalişkan hebûn. Taybetiya sereke ya van generalan jî ev e ku di şerê li dijî Kurdan tecrubeya wan heye. Albayê Profeser Nevzat Tarhan ê ku pisporiya şerê psîkolojîk dikir bi nihêrtina wêneyên Ocalan analîz dikir. Kesên wekî Abdurehman Dîlîpak jî hatibûn îstîhdamkirin.

XEBATÊN WAN

SADAT diyar dike ku di nav xebatkarên wan de personelên pispor hene yên ku ji nav Artêşa Tirk teqawit bûne yan jî ciwan û xwedî tecrube ne. Di nav xebatên wan de kursa taktîkên yekîneyên biçûk, kursa bingehîn a yekîneyên taybet, kursên hewayî, pakêtên perwerdehiyê yên ji bo hêzên bejahî, pakêta kursên operasyona bejahî, pakêta kursa nîşangirtinê, kursa parastinê, kursa texrîbkirinê, kursa şerê derpergalî, kursa top û hewanê, kursa bidestxistina wesayîtên zirxî û texrîbkirina wan, kursa operasyonên behrê, kursa operasyona bejahiyê, kursa pîlotiya helîkopterê, perwerdehiyên ji bo teşkîlata emniyetê, pakêta kursa emniyeta qereqolên sînor, pakêta perwerdehiya polîsên operasyonên taybet heye.

KÎ PERWERDEHIYÊ DIDE?

SADAT venaşêre ku kî van perwerdehiyan dide û diyar dike wê kesên ji “Akademiyên Şer û Akademiyên Hêzên Çekdar mezûn bûne, di fermandariyên tûgay, tumen, qolordû yan jî di biryargehên fermandariyên hêzan û biryargehên Serokatiya Artêşa Giştî de, di biryargehên NATO’yê de, di biryargeh û fermandariyên yekîneyên ewlekariya navxweyî ya têkoşîna li dijî terorê de xebitîne, general, serbaz û serpelên teqawitbûyî wê perwerdehiyan bidin.”

Yekemîn ciha qada wê ya xebatê ya fermî Lîbya ye. SADAT’ê bi îlana personelan a du sal berê ji xwe xebatên xwe yên berfireh eşkere dikir. Di malpera wan de tê diyarkirin ku “Ji bo tamîrat û nûkirina tankên Rûs ên wekî (T54, T55, T62, T72) û jîpên Hûmmerê em li personelên pispor digerin. Ev kes divê Îngîlîzî yan jî Erebiya wan baş be. Lê gelo ev personelên baş bi Erebî dizanin wê li ku derê tamîra tankên Rûsan bikin? Lîbya yan jî Sûriye?”

PIŞTÎ ŞERÊ DI NAV DEWLETÊ DE

Di şerê AKP û Koma Fethûllah Gulen de Erdogan di 15’ê Tîrmehê de bi ser ket û dest bi tasfiyeyê kir. Erdogan dît ku wê serweriya wî ya li ser artêş û emniyetê têr neke. Dema ku Erdogan Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê bû, Tanriverdî jî Fermandarê Tûgaya Maltepeyê bû. Erdogan û Tanriverdî bi saya hevalên xwe yên hevpar, hev nas kirin û têkiliya wan piştre veguherî dostaniyê. Piştî serdema 28’ê Sibatê ev her du kes nêzî hev bûn. Serokê Giştî ya ÎYÎ Partî Meral Akşener du sal berê diyar kiribû ku li Tokat û Konyayê kampên perwerdehiya çekdarî yên SADAT’ê hene. Hatibû îddîakirin ku SADAT’ê xwestiye li Îdlîbê bendên çavdêriyê werin avakirin. SADAT’ê di organîzekirina çeteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kiribû. Lê piştî ku li Lîbyayê wekî kêşeyeke navneteweyî derket holê, vê carê hebûna SADAT’ê hate pirsyarkirin. Piştî şerê di nav dewletê de serok û damezirînerê SADAT’ê bû şêwirmendê ewlekariyê yê Erdogan û di civînên ewlekariyê yên dewletê de li kêleka Serokê MÎT’ê rûnişt. Tu îddîayên li dijî SADAT’ê nebûn meseleya lêpirsînê, bersiva pirsnameyan ên 7 salan nehatin dayin. Tê zanîn ku bi bo bazariya çekan Erdogan peywir daye SADAT’ê.

JI SADAT’Ê HATE PIRSÎN

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka di Kewçêra 2013’an de xwest bi serokê damezirîner ê SADAT’ê Generalê teqawitbûyî Adnan Tanriverdî re biaxive. Em ragihînin: “Dema me telefonî SADAT’ê kir kesek bi devokeke Erebî bi Tirkiyeke xerab axivî û xwest em piştî nîvro telefon bikin. Piştî nîvro dema me telefon kir, yekî Tirkiya wî baş derket ser telefonê. Hate diyarkirin ku wê Adnan Paşa bersivê bide pirsên me. Me jî diyar kir ku nêzikbûna we ya li dewleta Tirk, partiya desthilatdariyê û cemaeta Fethûllah Gulen me eleqedar nake, tercîha we ya mîlîtarîst nekeve serê me jî mafê me tuneye ku em we bidarizinîn. Meseleya ku bala me dikişîne, ev e ku wê hêza we ya siyasî û leşkerî di nav sînorên fermî yên Sûriyeyê de, wê li dijî Kurdan û îradeya siyasî ya wê dere were bikaranîn an na. Bi qasî lêkolînên li ser malpera we û agahiyên eşkere yên li ser Adnan Tanriverdî , derbarê hin endamên we yên Desteya Giştî li bajarên Kurdan hin xebatên wan û hin îddîa hene. Ji bo ku rê li ber neheqiyê neyê vekirin, me xwest em bi we re biaxivin.”

TANRIVERDÎ DIBERSIVÎNE

Va ye pirsên ku me ji Serokê Desteya Rêveber a SADAT’ê Tuggeneral Adnan Tanriverdî kiriye û bersivên wî.

Li ser pirsa çarçoveya qanûnî ya şîrketa xwe dibêje ku “Şîrketa me li gorî qanûn bazirganiyê hatiye avakirin û xizmeta şêwirmendî û leşkerî dide welatên misilman. Em têkiliyê bi welatên ne li gorî polîtîkaya derve ya Tirk re danînin. Welatê ku em têkiliyê pê datanîn divê di lîteratura Neteweyên Yekbûyî de ‘dewleta misilman’ be û divê têkiliyê vî welatî bi Tirkiyeyê re hebe. “

Li ser pirsa hûn alîkariyê didin DAÎŞ, Cepheya Nûsret yan jî OSO’yê got ku “Rayedarên OSO’yê ji şîrketa me hinek tişt xwest lê heta niha me alîkariyeke mirovî û leşkerî nedaye OSO û pêkhateyên din ên mûxalif. Em li ser zemîna qanûnî dixebitin. Rayeya me tuneye ku em alavên leşkerî bikirin û bifiroşin. Em bi tenê xizmeta şêwirmendî, tamîrat û alîkariya teknîk dikin. Me ji hikumeta Tirk, mûxalefeta Sûriyeyê û ji welatekî din tu teşwîq û alîkarî nestendiye. Heta niha li Sûriyeyê me alîkarî nedaye tu saziyên sivîl û komeleyan û li qadê em ne bi tu hêzê re ne.”

Li ser pirsa ku pisporên we yên leşkerî di şerê Kurdan de pratîk kirine û gelek caran navê wan bi îxlalê hatiye rojevê jî dibêje ku “Rêveber û pisporên ku li Herêma Anadolûya Rojhilat (Bakurê Kurdistanê-Yenî Ozgur Polîtîka) şerê li dijî tevgera terorê (PKK-Yenî Ozgur Polîtîka) wekî şerê Kurdan pênase nake.”

Li ser pirsa me ya ku di nav sînorên fermî yên Sûriyeyê de li dijî Kurdan û avadaniyên wan ên siyasî tu çalakiyê we hene jî got ku “Tune. Kurd jî tê de qewmên Misilman di bin sîwana Îslamê de wekî hêzeke super têkevin siyaseta cîhanê, ev tişt xeyala me ye jî. Li gorî me di navbera xurtbûna PYD û rêveberiya Kurdan a li Iraqê tu ferq tune. Piştî ku mûxalefet bû desthilatdarî, ez bawer im wê çareseriyeke aştiyane û bê çek pêk were.”

Derbarê pirsa me ya li ser rabirdûya kadroyên wan got ku “Tişta ku Komara Tirk kiriye, ne şerê Kurdan e. Li gorî me ev wekî pirsgirêkek navxweyî ya li dijî rêxistina terorê ye. Li gorî me doza Kurdan bi çekan çareser nabe.”

Li ser pirsa me ya ku Korkmaz Tagra gelo wê karibe li rûyê bavê rojnameger Ferhat Tepeyê qetilbûyî jî got ku “Dema Korkmaz Paşa li Tetwanê li ser peywirê bû, di nav gel de bû. Jê pê ve jî tevdîrên li dijî têkoşîneke çekdar e.”