Şoreşgeriya Kemal Pîr!
Tirkekî ji Derya Reş bi qasî ku ti Kurd nikaribe bike, xizmeta Tevgera Rizgariya Kurd kiriye. Her ku Kurd nas kirin, wî bêhtir hez ji Kurdan kir û vê jî kir ku ked û xizmeta wî ya ji têkoşînê re zêdetir bibe.
Tirkekî ji Derya Reş bi qasî ku ti Kurd nikaribe bike, xizmeta Tevgera Rizgariya Kurd kiriye. Her ku Kurd nas kirin, wî bêhtir hez ji Kurdan kir û vê jî kir ku ked û xizmeta wî ya ji têkoşînê re zêdetir bibe.
Roja 7´ê Îlona 1982'yan, yek ji pêşengên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14´ê Tîrmehê, şoreşgerê mezin Kemal Pîr şehîd bû. Beriya şehîd bibe, gotibû, “Bi qasî ku di ber de bimirim, hez ji jiyanê dikim”. Kemal Pîr li navçeya Gumuşhaneyê Torulê ji dayik bûbû û ew, ew şoreşger e ku piştî Rêberiya PKK´ê herî zêde ked û para wî di xurtiya Têkoşîan Azadiya Gelê Kurd de heye. Weke şoreşgerekî ji Tirkiyeyê, gelê Kurd wê keda wê dayî vê têkoşînê, ti carî ji bîr neke. Di mezinbûna koma Apoyî de, di tevlîbûna nav refên Apoyî ya ciwanan de dewra Kemal Pîr gelekî mezin bûye. Ew pêşengê şoreşger e ku beriya 1980´yî herî zêde ciwan beşdarî PKK´ê kirine. Kemal Pîr di dîroka dinyayê de di nava lîderên efsanewî de cihê xwe girtiye. Peyva “Ji mûyên serê xwe heta bi neynûkên xwe şoreşger” bi temamî Kemal Pîr terîf dike. Ji xwe tevahiya jiyana xwe weke şoreşgerekî mezin derbas kir û di qonaxa herî bilind a şoreşgeriyê de jî henaseya xwe ya dawî da.
Kemal Pîr ew şoreşger e ku herî baş nûneriya şoreşgerên mezin ên nifşê 1968´an Denîz, Mahîr û Îbrahîman dikir. Wî bêkemasî nûneriya van şoreşgeran kir. Qisûr di şoreşgeriya Kemal Pîr de nîne. Heger ileh mirov wê li qisûrekê bigere, yekane qisûra wî, zêde coşa wî, zêde baweriya wî û zêde biîradebûna wî ne. Coşa wî ya şoreşger, volkana herî xurt e ku dikare di ferdekî de bide der. Ti mirov nîne ku Kemal Pîr nas bike, guh bidiyê û tesîr lê nebe. Ji xwe, bi vê asta karîgeriya xwe wî xizmeteke mezin ji PKK´ê re kiriye. Tirkekî ji Derya Reş bi qasî ku ti Kurd nikaribe bike, xizmeta Tevgera Rizgariya Kurd kiriye. Her ku Kurd nas kirin, wî bêhtir hez ji Kurdan kir û vê jî kir ku ked û xizmeta wî ya ji têkoşînê re zêdetir kir.
Kemal Pîr tevî Şoreşgerekî din ê ji Derya Reş ê mezin Hakî Karer rêberê PKK´ê nas kir û her du bi hev re bûn Apoyî. Rêberê Gelê Kurd ji bo van herdu şoreşgerên ji Derya Reş got, “Ew ruhên min ên nepenî ne”. Ji xwe dema kesekî mîna rêberê PKK´ê yê ku pîvanên wî gelekî zêde û bilind din û bi hêsanî naecibîne, ji bo wan herdu şoreşgeran bibêje, “ruhên min ên nepenî”, ev yek bi zelalî karakterên wan dide der. Kemal Pîr û Hakî Karer jî gelekî hez ji hev dikirin. Bi hev re bawerî bi kesayetiya şoreşger a Abdullah Ocalan anîbûn. Ew hîç dudilî nebûbûn û di cih de bûbûn hevrêyên vê rêberiyê. Ew dostên hevrêyan bûn. Hakî Karer dema hat qetilkirin, ji Kemal Pîr hat xwestin di merasîma cenazeyê wî de bipeyive, lê belê ew çû ser cenazeyê Hakî Karer, gotibû Hakî û bi vegotina xwe kûrkiribû girî û ji wir dûr ketibû. Û li Zindana Diyarbekirê jî dema ku ji bo ku ji nû ve xurttir destpê bike, dev ji berxwedanê hat berdan dîsa hestên wî û kela canê wî wisa fûriya bû. Ji bo vî şoreşgerê mezin ê ku ji tayê porê xwe heta bi neynokên xwe şoreşger bû, nedibû ku ji bo rojekê yan jî saetekê mirov li ber xwe nede. Ji ber vê yekê dema dev ji berxwedanê hat berdan, kela girî kete qirika wî, vê yekê asta mezinahiya şoreşgeriya wî piştrast dikir. Ji xwe vê anor û serfiraziya mezin a şoreşger di wê demê de ku faşîzma 12´ê Îlonê dixwest koka PKK´ê bîne, koka 12´ê Îlonê anîbû. Şoreşgeriya Kemal Pîr faşîzma 12´ê Îlonê têk bir. Di şexsê berxwedana 14´ê Tîrmehê de PKK´ê li dijî 12´ê Îlonê serketineke mezin a îdeolojîk bi dest anî bû.
Serek êşkencekarê ku faşîzma 12´ê Îlonê li zindana Diyarbekirê wezîfedarkirî, Esat Oktay pişta xwe bi wê yekê xweş dikir ku hin kes kirin îtîrafkar û got, “êdî bi van ti karê min nîne, dor digihe we”, hingê Kemal Pîr jê re got, ‘dasiyê masiyê mezin jî mezin in, wê di qirika te de bimîne’ û kir ku gotin hew ji celadê faşîst çêbibe. Vê helwesta Kemal Pîr, faşîzma bi êşkenceyên xwe yên salên 1980’yî li zindana hejmar 5, têk bir. Vê helwêsta Kemal Pîr kir ku fermandarê mezin Mahsum Korkmaz pêngava 15´ê Tebaxê bike. Çawa ku ji bo gelek ciwanan îdol bûn û ciwanan ew ji bo xwe mînak digirt, Mahsum Korkmaz jî şoreşgeriya Kemal Pîr û Mazlum Dogan ji xwe re mînak girt. Îdolê Mahsum Korkmaz jî Kemal Pîr e. Ew ji Mazlum Doganî pîvan, helwesta îdeolojîk digire û ji Kemal Pîr jî çalakgeriya şoreşger û fermandariyê. Du faktorên sereke ku kirin Mahsum Korkmaz pêngava 15´ê Tebaxê bi ser bixe, ev in. Bêguman, ruhekî şoreşger ê ku Rêber Apo afirandî yê hemleker û înîsiyatîfgir heye. Ha ev ruhê han wê şenber kir bi wê yekê ku wî şoreşgeriya Kemal Pîr mînak girt.
Heger darbeya eskerî ya 12´ê Îlonê nebûya, Mahsum Korkmaz wê her rê biceribanda ji bo ku Kemal Pîr ji girtîgehê rizgar bibe. Şoreşgerekî bi vî rengî nedibû ku di zindanê de be. Ji ber vê yekê, Kemal Pîr li hundir, Mahsum Korkmaz jî li derve amadekarî kiribûn, lê belê dema faşîzma 12´ê Îlonê hat, rizgarkirina Kemal Pîr ji zindanê nehat biserxistin.
Dema ku şoreşgerê mezin Kemal Pîr hew keys lê anî li derve şoreşgeriyê bike û dijminê faşîst bi hovîtî êrîş kir, di kokanîna PKK´ê de israr kir, Kemal Pîr pêdivî pê dît ku ji vê êrîşê re bibêje, ‘êdî bes e’ û gaveke şoreşger biavêje. Ya rastî bicihanîna erkeke bi vî rengî şoreşger xwe ferz kir, li hemberî vê rewşê Kemal Pîr qet dudilî nebû û wezîfeya ku dîrokê li ser milê wî kir bi cih anî. Di şert û mercên herî zehmet de wan kesên li ber xwe dayî, faşîzma 12´ê Îlonê îdeolojîk şikand û nîşan dan ka divê terz, şêwaz û kesayeta şoreşa Kurdistanê çawa be. Bi terzê di şert û mercên zehmet de bi berxwedanê bi serketinê ku Rêber APO dayî van şoreşgerên mezin û wan jî di zindanan de di pratîkê de bi cih anî, Kurd wê mêhtingeriya qirrker têk bibin, Kurdistana Azad û Demokratîk ava bikin.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA