Şoreşgerên Ewropî: Desteka me ya ji bo gelê Efrînê wê bidome

Şoreşgerên Ewropî nerazîbûn nîşanî desteka welatên xwe ya ji bo dagirkirina Efrînê dan û bang li gelên Ewropayê kirin ku li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin.

Şoreşgerên Elman Lisa Schelm û Milo Marcks tevlî semînereke li paytexta Swêd Stockholmê bûn û li ser gundê Jinwar ê li Rojava û karê piştevaniyê yê enternasyonalîstan agahî da.

MARCKS: TIRKIYE JIYANA BI HEV RE WEKE GEFEKE LI DIJÎ XWE DIBÎNE

Piştî semînera li Navenda Perwerdeyê ya Karkeran, Milo Marcks aji ANF'ê re axivî û nerazîbûneke tund nîşanî hikumeta Elman da ku destekê dide dagirkrina Efrînê û hevkariyê bi Erdoğan re dike.

Marcks diyar kir, her ku rayedarên Tirk û Elman li hev rûdinên, zext û êrîşên li ser Kurdên li Elmanyayê zêde dibin û got, "Dixwazin di navbera Tevgera Azadiyê ya Kurd a li Elmanyayê û şoreşgerên Elman de nakokiyê derxînin."

Marcks da xuyakirin ku du armancên êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê hene û got, "Ya yekemîn; li Efrînê gelên cuda bi hev re dijîn û Tirkiye vê yekê weke gefekê li dijî xwe dibîne. Naxwaze projeya Konfederalîzma Demokratîk bi ser bikeve. Bi fikar e ku Efrîn ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn bibe model.

Ya duyemîn jî; di sîstema Osmaniya nû de ku Erdoğan dixwaze ava bike cihê sîstemeke demokratîk nîne."

'NEPÊKAN E KU BI SER BIKEVE'

Marcks destnîşan kir ku nepêkan e dewleta Tirk li Efrînê bi ser bikeve û wiha dewam kir: "Ji ber ku ev dagirkerî ne tenê li dijî YPG/YPJ'ê tê kirin, li dijî bi sed hezaran kesî tê kirin. Gelê Efrînê ku bûye xwedî hişmendiya demokrasiyê wê serî netewîne. Wekî din, gelên li herêmên din ên Rojava dijîn wê li ber vê dagirkeriyê rabin."

'DIVÊ ŞOREŞGER DESTEKÊ BIDIN ROJAVA'

Marcks anî ziman ku piştevaniya navneteweyî niha gelekî girîng e û got, "Elmanya ne tenê li pêşberî êrîşên li ser Efrînê bêdeng dimîne. Her wiha bi rengekî çalak destekê dide dagirkeriyê. Di destê Erdoğan de qerta penaberan heye û vê bi kar tîne. Welatên Yekîtiya Ewropayê jî ji sîstema demokratîk a li Rojava ava bûye ditirsin. Ji ber vê yekê gelekî girîng e ku şoreşger destekê bidin Rojava."

PETTERSON: EM Ê DESTEKÊ BIDIN YPG/YPJ'Ê

Ji Komîteyên Rojava Tomas Pettersson destnîşan kir ku helwesta hikumeta Swêdê ya li ser mijara Efrînê, bi tirsonekî ye û got, "Sosyal Demokratan di dema Şerê Vietnamê de dagirkeriya DYA bi vekirî şermezar kirin û Palme tevlî xwepêşandanên li dijî DYA bû. Têkiliyên navbera DYA û Swêdê kete rewşe aloz."

Pettersson diyar kir weke Komîteyên Rojava û tevgerên piştevaniyê yên Swêdê wê desteka wan a ji bo gelê Efrînê dewam bike û got, "Ji bo Rojava û hêzên YPG/YPJ'ê çi ji destê me bê em ê bikin."