Şewata li Dersimê: Heyeta ÎHD’ê hate astengkirin

Leşkeran destûr nedan ku heyeta ÎHD’ê biçe herêma şewatê ya li Dersimê.

Heyeta ku ji rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) pêk tê ji bo lêkolîna şewatê çûn Dersimê. Heyetê xwest biçe Geliyê Roj cihê şewatê, lê heyet ji aliyê cendermeyan ve hate astengkirin.

Endamên heyetê diyar kirin ku bi fermana Walî têketina wan ya li herêmê hatiye astengkirin.

 Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Racî Bîlîcî ku di nava heyetê de cih digire, ragihand ku ji ber ku mudaxeleyî şewatê nayê kirin şewat berbelavî herêmeke berfireh bûye.

Heyet ji ber astengiyê neçar ma paşve vegere.