Şervanên THKP/C MLSPB li Londonê hatin bîranîn

Ji bo 4 gerîlayên THKP-C/MLSPB ku di 16'ê Îlonê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dan li Londonê civîneke bîranînê pêk hat.

Gerîlayên THKP-C/MLSPB Firat Yildirim (Tamer Kasabali), Ûmût Ozsepet (Çayan Kizilbaş), Mûhammed Tîrîl (mahîr Ernesto) û Firat Çaplik (Alper Koçer Çakas) li Londonê hatin bîranîn. Civîna bîranînê li Navenda Civaka Kurd pêk hat û nûnerên Meclîsa Gelê Kurd, Hêzên Şorşeger ên Gel, Partîzan û rêxistinên civakî yên demokratîk tevlî bûn. Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Londonê Mehmet Ogûz piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî û bal kişand ser girîngiya şehîdan di têkoşîna wan de.

Piştre bi navê THKP-C/MLSPB peyamek hate xwendin.

Di peyamê de hate destnîşankirin ku wê ala sosyalîzm û şoreşê ya ku gelên dinyayê radestî wan kirine heta dawiyê bilind bikin.

Nûnerê Partîzan jî destnîşan kir ku kevneşopiya wan wê ti carî li pêşberî faşîzm û paşverûtiyê serî netewîne.