Eniyeke din a ku bû hedefa êrîşên giran ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) ku di navbera çeteyan û hêzên QSD'ê de şerekî giran diqewime, pira Qereqozaxê ye. Li pirê û herêma derdorê şer bi rojan dewam kir. Dewleta Tirk îdîa kiribû ku herêm ketiye destê çeteyên wan.
Rojnamevan Nazim Daştan çû ser pira Qereqozaxê ya bi 30 km'yî li bakurê bendava Tişrînê ye û bi şervanên QSD'ê re hevdîtin kir ku ewlehiya pir û herêma derdorê dikin.
Ji şervanên li eniya Qereqozaxê Rohat got, "5 roj in li vê derê şerekî giran diqewime. Bi taybetî li aliyê pira Qereqozaxê. Hem ji bejahî êrîş dkin hem jî ji aliyê Tirikyeyê ve êrîşên hewayî têne kirin. Em jî hem li ser rûyê erdê hem jî li binê erdê li ber xwe didin."
Şervana YPJ'ê Avaşîn jî got, "her çend em di nava derfetên kêm û zor û zehmetiyan de li ber xwe didin jî li dijî dijmin em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Bêyî tempoya xwe kêm bikin em li ber xwe didin. Ji bo Rêberê xwe û Kurdistanê, ji bo hevrêyên xwe em li ber xwe didin. Qereqozax di destê me de ye. Em jî niha li vir in. Û li hemberî êrîşan em li ber xwe didin."
Ji şervanan Demhat jî got, "Li pêşberî şehîdên xwe bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Berxwedana gelê me pîroz dikim. Hemû hevalên li eniyên Sirrîn, Kobanê û Tişrînê pîroz dikim. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya şerê taybet dixwaze gelê me koçber bike. Dixwaze gelê me qir bike. Lê belê em ji gelê xwe bawer dikin. Gelê me jî ji me bawer dike. Bila dijmin jî, gelê me jî zanibin; em niha li Qereqozaxê ne, li tunelan e, li gundan e, li bajêr in. Em li her derê li ber xwe didin."