Şervanên Enternasyonalîst li Bremenê hatin bîranîn

Şervanên enternasyonalîst ên li Kurdistanê şehîd bibûn, li Bremenê hatin bîranîn.

Şervanên enternasyonalîst ên li dijî êrîşên dagirkeriyên yên li Kurdistanê li bajarê Bremen ê Elmanyayê li Dêra Domshofê hatin bîranîn. Bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir, li ser navê malbatên şehîdan Fatam Arslan axivî.

Arslan diyar kir ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hemû cîhanê ve tê pejirandin û got: “Hê jî bi dehan şervanên enternasyonalîst li Efrînê ji bo azadiyê têkoşîn dikin. Divê di vê demê de em ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê li her qadê xwe bi rêxistin bikin û xwedî li HDP’ê derbikevin.”

Piştî axaftinan û şûnde Hunermend Ozgur Comert helbesta li ser şervanên enternasyonalîst çêkirî vegot.

Bîraîn bi dirûşmên “Şehîd Namirin” ve bi dawî bû.