Şervanê YPG'ê Scûrfîeld hate bîranîn
Şervanê enternasyonalîst ê YPG'ê Erîc Constandîno Scûrfîeld (Kemal) ku li Rojava di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bû, hate bîranîn.
Şervanê enternasyonalîst ê YPG'ê Erîc Constandîno Scûrfîeld (Kemal) ku li Rojava di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bû, hate bîranîn.
Di 2'ê Adara 2015'an de li herêma Til Berakê ya bajarê Qamişloyê di navbera çeteyên DAÎŞ'ê û şervanên YPG'ê de şer qewimî bû û şervanê YPG'ê yê enternasyonalîst Konstandînos Erîk Scûrfîeld (Kemal) şehîd bûbû. Komîsyona Malbatên Şehîdan a Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Scûrfîeld bi bîr anî.
Ji ber şewbê merasîma girseyî nehate lidarxistin, lê belê li avahiya KCC'ê maseyek ji wêneyên Scûrfîeld hate danîn û bi kulîlk û findan hate xemilandin.
Berdevkê Komîsyona Malbatên Şehîdan Alî Boyraz axivî û diyar kir ku ji bo bîranîna şehîdan wê armanca wan a sîstema azadîparêziya zayendî û komunal a demokratîk pêk bînin.