Şer, lêçûnên dewletê zêde kir

Li gorî daneyên TUÎK'ê, lêçûnên dewletê yên li şerê qirêj dike, zêde bûne.

Li gorî daneyên Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK), hejmara mezinbûnê ya çaryeka destpêkê ya salê nîşan dide ku budçeya ji şer re hatiye veqetandin, zêde bûye.

Li gorî vê yekê; lêçûnên dewletê yên mezaxtinê 9,4 ji sedî, sermayeya sabît a dahatûyê 2,2 ji sedî zêde bû. Diravdana hêza kar, di çaryeka destpêkê ya sala 2017'an de li gorî çaryeka destpêkê ya par, 11,6 ji sedî zêde bû.

Hikumeta AKP'ê ku xizanî û birçîbûnê li ser gelan ferz dike, çavkaniyên aboriyê ji bo şer û berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Li gorî daneyên Wezareta Maliyeyê, di budçeya navendî de di meha Nîsanê de bi 3 mîlyar TL'yî valahî çêbûye. Ev valahî di navbera mehên Çile û Nîsanê de 18 mîlyar TL ye.

Tê gotin, AKP'ê budçeyeke mezin ji dek û dolabên referandûmê re veqetandiye.