Şengalî û fermandarên HPG'ê li Elmanya û Fransayê hatin bîranîn
Zekî Şengalî, Atakan Mahîr, Welat Gever, Ronî û Mûnzûr Mawa yên ji ber êrîşên dewleta Tirk şehîd bûn, li Elmanya û Fransayê hatin bîranîn.

MONTPELLÎER
Endamê Koordînasyona Êzidiyan a Şengalê Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ê li Şengalê şehîd bû, fermandarê HPG'ê Atakan Mahîr (Îbrahm Çoban), gerîlayê HPG'ê Ronî Mûnzûr (Mahmût Laçîn) ên li Dersimê şehîd bûn û fermandarê HPG'ê yê Eyaleta Xerzanê Welat Gever (Sefer Acar) û gerîlayê HPG'ê Baran Mawa (Alî Oncu) yên meha Hezîranê li Xerzanê şehîd bûn li bajarê Montpellîer ê Fransayê hatin bîranîn.
Di civîna bîranînê de qisekeran diyar kirin ku wê dilsozê têkoşîn û bîranîna şehîdan bin. Piştî axaftinê, sînevîzyona li ser jiyana Mam Zekî, Atakan Mahîr, Welat Gever û Ronî Mûnzûr hate nîşandan. Bîranîn bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.
LAHR
Li bajarê Lahr ê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Freîbûrg û Lahrê civîneke bîranînê li dar xistin û Endamê Koordînasyona Êzidiyan a Şengalê Zekî Şengalî û Fermandarê HPG'ê Atakan Mahîr bi bîr anîn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan axaftin hatin kirin û piştre li ser jiyana Şengalî û Mahîr sînevîzyon hate nîşandan.
Parlamenterê berê yê HDP'yî Faysal Sariyildiz piştî sînevîzyonê li ser têkoşîna her du şehîdan axivî. Di merasîmê de dirûşma "Şehîd namirin" hate qîrîn.