Şemerî: DAÎŞ plan dike ku êrişî Kerkûkê bike

Endamê Desteya Asayîş û Parastinê ya Parlamenta Iraqê Şemerî diyar kir ku Serokwezîr Kazimî ji wan re ragihandiye ku DAÎŞ planeke mezin ji bo êrişî Kerkûkê û Diyaleyê bike çêkiriye.

Endamê Desteya Asayîş û Parastinê ya Parlamenta Iraqê Ebdulrehîm Şemerî roja Duşemê ragihand: "Ez bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re axivîm, min wî li ser rewşa xirab a sînorê Iraq û Sûriyê agahdar kir ku rojane hejmarekî zêde çekdarên DAÎŞ’ê ji Sûriyê ve derbasî Iraqê dibin.”

Şemerî her wiha got: “Di bersiva axaftinên min de Serokwezîrê Iraqê ji min re got: agahiyên berfireh gihiştine me ku DAÎŞ dixwaze êrîşeke mezin li ser Kerkûk û Diyale bike, lê dezgeha îstîxbarata Iraqê şev û roj kar dike ji bo ku wê planê vala derxîne û hatina çekdarên DAÎŞ yê ji Sûriyê bo Iraqê ragire."

Şemerî bal dikişîne ser kontrolnekirina sînorê Iraq û Sûriyê û wiha pêde diçe: “Sînorê Iraq û Sûriyê bi temamî bi leşkerên Iraqê re nikare were kontrolkirin, ji ber ku pêwîste sîstemeke rasterast a çavdêrî ku ji balafirên bê mirov, alavên leşkerî û hişyarîdayînê yên pêşketî pêktê hebe da ku ew sînorên heyî parastî bin."