Şehîdên têkoşîna azadiyê li Freîbûrgê hatin bîranîn

Ji bo gerîlayên HPG û YJA Starê yên di demên cuda de şehîd bûn, li Freîbûrgê civîneke bîranînê hate lidarxistin.

Komîsyonên Malbatên Şehîdan ên KOMAW'ê yên li bajarên Freîbûrg û Lahr ên Elmanyayê, ji bo gerîlayên HPG û YJA Starê Agît Taşarsû (Serhat Agirî), Nûrten Kizilarsan (Hêlîn Dersim), Kamîl Ozdemîr Oltan (Şervan Îso), Jiyan Sayan (Rêber Garisî) û Hanimşah Bagci (Nalîn Mûş) yên di demên cuda de şehîd bûn, civîneke bîranînê lidar xistin.

Nûnerên Navendên Civaka Demokratîk a Kurd ên Freîbûrg, Lahr, Meclîsa Jinê ya Nûda, Mizgefta Selahaddîn-î Eyyûbî ya li Freîbûrgê, NAV-DEM û KOMAW'ê tevlî bîranînê bûn.

Nûner li vir axivîn. Piştre sînevîzyon ji bo gerîlayên şehîd bûn hate nîşandan. Civîna bîranînê bi xwarina fitarê qediya.