'Şehîdên meha Gulanê' li Rûsyayê hatin bîranîn

'Şehîdên meha Gulanê', li Şehîdgeha PKK'ê ya li gundê Kurdan bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn. Di bîranînê de ji bo xurtkirina têkoşîna gelê Kurd bang hate kirin.

Kurdên li Federasyona Rûsyayê ne, têkoşerên ku di salên cuda de di nava meha Gulanê de jiyana xwe ji des dan bi bîr anîn. Bi vê armancê li bajarokê Gavrilovê Şehîdgeha PKK'ê bi rengekî girseyî hate ziyaretkirin. Li Erşovê jî civînek bi heman armancê pêk hat.

YAROSLAVL

Li gundê Kurdan ê li bajarê Yaroslavl ê Rûsyayê, Kurd her sal ji bo bîranîna 'Şehîdên meha Gulanê' li hev dicivin. Bi sedan Kurdên li herêmê serdana 'Şehîdgeha Gundê Kurdan' kirin.

Li wê şehîdgehê, cenazeyên endamên PKK'ê Ahmet Yildirim (Tayhan) û Remzî Akkûş (Jêhat) hene, ku sala 1999'an ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan bedena xwe dabûn ber agir. Bi sedan Kurdên ji Moskowa, Yaroslavl, Îvanova û Gavrîlovê serdana şehîdgehê kirin. Nûnerên saziyên Kurdan ên li Rûsyayê jî di serdanê de amade bûn.

Hevserokê Yekîtiya Saziyên Kurd li Rûsyayê Arîf Azmanî, Seroka Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê Cûlyeta Aram, ji Nûnertiya Rojava ya Moskowayê Reşat Bênav û siyasetmedarêw Kurd Ferman Garzan li ser wate û girîngiya rojê axivîn.

Ferman Garzan bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û çalakiyên li dijî tecrîdê û got, "Eger gelê Kurd yekîtiya xwe pêk bîne, wê çalakiyên tên kirin bi ser bikevin." 

ERŞOV

Li navçeya Erşov a bajarê Saratovê, ji bo bîranîna 'Şehîdên meha Gulanê' civînek pêk hat. Di civînê de ku li avahiya Otonomiya Çandê ya Kurd a Erşovê pêk hat, ji Meclîsa Gel Mize Alî û Îsa Osman axivîn.

Qisekeran bal kişandin ser grevên birçîbûnê û polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan şermezar kirin.