Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Şehîdên meha Gulanê li Hildesheimê hatin bîranîn

Li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê, şehîdên meha Gulanê bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Civîna li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê, ji aliyê FED-DEM (Federasyona Civaka Kurdistaniyên li Niedersachsen, Hamburg û Bremenê) ve hate pêkanîn. Nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ên Hildesheim, Salzgitter û herêma Hannoverê, Komaw û YJK-E'yê tevlî civînê bûn.

 Hevseroka NCDK a Hildesheimê Hatîce Gonen destpêkê axivî û piştre sînevîzyon hate nîşandan. Hevserokê Komawê Bavê Huseyîn jî got, "Serokê me di nava çar dîwaran de ye, lê belê sîstema nû ya ku wî ava kir em azad kir, em ji nava tarîtiyê derxist nava ronahiyê."

Hevseroka YJK-E'yê Hatîme Yoûsef jî got, "Bi salan e bi êrîşa qirkirinê hewl didin gelê Kurd tine bikin. Tevî vê yekê em bi saya şehıdên xwe hebûna xwe diparêzin."

Parlamentera berê ya HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî got, "Şehîdan mîrateyeke mezin ji me re hiştin. Wan xeyalên xwe ji me re hiştin û divê em xwedî li xeyalên wan derkevin."