Şehîdên meha Gulanê li gelek deveran hatin bîranîn

Li gelek bajarên Ewropayê, şehîdên meha Gulanê bi çalakiyan hatin bîranîn.

Li Swîsre, Elmanya, Swêd, Hollanda û Fransayê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.

BIEL

Li bajarê Biel ê Swîsreyê, ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) civînek pêk hat. Xizmên şehîdan di civînê de axivîn û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna şehîdan a ji bo Têokşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Siyasetmedar Demîr Çelîk di civînê de pêvajoya siyasî nirxand û diyar kir, berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê domahiya têkoşîna şehîdan e.

LOZAN

Li bajarê Lozanê jî di bîranînê de sînevîzyon li ser têkoşîna şehîdên meha Gulanê hate nîşandan û qisekerê bi navê PYD'ê axivî got, "Şehîdên me afirînerên şoreşa Rojava ne."

Li bajarên Bern, Luzern û Rapperswilê jî di çalakiyan de yên li navendên NCDK'ê, şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Ji bo mîtînga navendî ya 22'ê Gulanê ya li ber Parlamenta Ewropayê ya Brukselê jî banga tevlîbûnê hate kirin.

BORLANGE

Li bajarê Borlange yê Swêdê, şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Li ser jiyan û têkoşîna şehîdên meha Gulanê sînevîzyon hate nîşandan. Beşdar jî li ser wateya cangoriyan ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê axivîn. Her wiha işaret bi greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdê kirin.

NIJMEGEN

Şehîdên meha Gulanê li bajarê Nijmegen ê Hollandayê jî hatin bîranîn. Nûnerê KOMAW'ê yê Hollandayê Mehmûd Zengîn li civînê axivî û şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî bi bîr anî. Siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş jî got, wê şopdarên têkoşîna şehîdan bin.

DRESDEN

Şervanê YPG'ê Botan Kiçî (Hasan Şakar) ê sala 2017'an şehîd bû û gerîlayê HPG'ê Agir Pîzot (Mehmet Arslan) ê meha Nîsanê ya bihurî şehîd bû, li bajarê Dresden ê Elmanyayê hatin bîranîn. Bi navê malbata Şakar birayê wî Mehmet Şakar axivî.

GIESSEN

Şehîdên meha Gulanê li bajarê Giessen ê Elmanyayê li NCDK'ê hatin bîranîn. Beşdaran bal kişandin ser girîngiya yekîtiyê û gotin, "Ji bo şehîdan em ê Kurdistaneke azad ava bikin."

GRAZ

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê di şexsê Alîşer Xelîkan û Nûda Çiya de şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.