'Şehîdên meha Gulanê' li Ermenîstanê hatin bîranîn

Di şexsê Hakî Karer de şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê li paytexta Ermenîtsan Erîvanê bi civînekê hatin bîranîn ku malbatên şehîdan û nûnerên saziyên kurd ên li Ermenîstanê tevlî bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên tevgera azadiyê dest pê kir.

Siyasetmedarê Kurd Mahsûm Hasan destpêkê axivî û diyar kir, nirxên wan ên herî mezin şehîd in û PKK jî partiya şehîdan e.

Hasan got, "Li ser şehadeta Hakî Karer ku Rêber Apo ji bo wî digot 'ruhê min ê veşartî ye', partî ava bû. Tevgera Azadiyê ya Kurd PKK ava bû. Lewma PKK partiyeke şehîdan e. Di meha Gulanê de gelek hevalên me şehîd bûn. Ji ber vê yekê meha Gulanê weke meha şehîdan tê binavkirin. Di rojeke wiha watedar de em bi malbatên şehîdan û dostên xwe re ne. Girêdana bi xeyalên şehîdan re wê me bi ser bixîne. Ji bo bîranîna wan divê em berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Bi vê berpirsyariyê divê em karê xwe bikin"

Endamê KNK'ê, Hevserokê Şêwra Gelê Kurd a li Ermenîstanê û parlamenter Kinayas Hasanov got, "Yên ku ji bo azadiya gelê me şer kirin û gihaştin asta şehadetê, nirxên me yên herî pîroz in. Rêber Apo jiyana xwe daye azadiya gelê Kurd û 20 sal in li girtîgehê di tecrîdê de ye."

Hasanov bi bîr xist, gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê şehîdan dide û got, "Bi saya şehîdan kêm maye em bi ser bikevin. Hêzên serdest bi lîstikên cuda dixwazin Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bidin şer kirin. Lê belê Tevgera Azadiyê lîstikên wan têk bir. Divê Başûr jî van lîstikan bibîne û li gorî vê yekê tevbigere."

Endama KNK'ê, Seroka berê ya Kurdistan Komîte Jênika Qadir ku bi xwe ji malbata şehôıdan e, diyar kir ku wê heta dilopa dawî ya xwîna xwe xwedî li doza şehîdan derkevin.

Endamê Kurdistan Komîte û bavê şehîdekî Milo Kalaşyan got, "Gelê Kurd bi saya şehîdan gihaştiye vê astê. Yên ku îro rêya xwe şaş kirine, li gel dijmin cih digirin, wê roj bê neçar bimôıni ku hesab bidin şehîdan."

Hevserokê Kurdistan Komîte Silo Dirboyan jî anî ziman, netewe dewletan nêrînên Ocalan ji bo xwe metirsîdar didîtin, lewma bi komployekê dîl girtin û got, "Niha tecrîdkirî ye. Lê belê em dibînin ku tişta dixwazin nikarin pêk bînin. Bi saya şehîdan hêzên dijber nikarin bi ser bikevin."
Hevseroka Kurdistan Komîte Îla Tovmasian ku ji malbata şehîdan e got, "Dibe ku şehîd ji aliyê fîzîkî ve ne di nava me de bin, lê belê ew di dilê me de ne. Ji ber ku wan rê nîşanî me dan. Ew pêşengên gel in."

Dr. Zorbe Îboyan jî got, "Jinên Kurd wêrek û şervan in. Bi lehengî şer dikin. Ev taybetmendiya jinên Kurd ku ji bo azadiya gel û jinan şer dikin, li dinyayê kêm caran tê dîtin. Di şexsê jinên ku bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, şehîdên tevgera azadiyê hemûyan bi rêzdarî û minet bi bîr tînim."
Di dawiya civînê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" hatin qîrîn.