Şehîdên Meha Gulanê li Atînayê hatin bîranîn

Li paytexta Yunanîstan Atînayê Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn. Di bîranînê de banga xurtkirina têkoşîn û xwedîderketinê hate kirin.

Li paytext Atîna ya Yunanîstanê, li Navenda Çanda Kurdistanê bi civînekê Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn. Di civînê de ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Pistî rêzgirtinê sînevîzyon hat nîşandan.

 Her wiha li salona ku civîn hat darxistin de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên Şehîdên Meha Gulanê û alên PKK, YPG û YPJ hat daliqandin.

Di bîranînê de Kurdistanî û nûnerên rêxistinên Kurd û çepgirên navneteweyî axivî û bal kişandin ser têkoşîna şehîdan û banga xurtkirina têkoşînê û xwedîderketinê kirin.

Bîranîn piştî axaftinan bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” ve bi dawî bû.