Şehîdên Efrînê li Nürnbergê hatin bîranîn

Kurdistanî û dostên wan ên li Nürnbergê dijîn, şehîdên Efrînê bi bîr anîn.

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Nürnberg ê Elmanyayê, şervanên enternasyonalîst ên li Efrînê şehîd bûn hatin bîranîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê axaftin hate kirin û hate gotin, berxwedana Efrînê wê di asteke nû de xurtir bibe. Her wiha hate ragihandin ku Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan wê heta dawiyê cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigire.

Qisekerê bi navê MLKP'ê axivî, navê şehîdên ku li dijî mêtingeriya faşîst şer kirin yek bi yek jimart û got, "Efrîneke azad wê teqez bê afirandin."

'JI BO ELMANYAYÊ CIHÊ ŞERMÊ YE'

Qisekeran her wiha bal kişandin ser desteka hikumeta Elmanyayê ji bo rejîma Erdoğan û gotin, bikaranîna tankên Elman ji bo dagirkirina Efrînê ji bo Elmanyayê cihê şermê ye.

Nûnerê Partiya Çep a Elman jî destnîşan kir ku ev berxwedan teqez wê bi ser bikeve û Newroza gelê Kurd pîroz kir.

'ÊDÎ HER CIH QADA ÇALAKIYÊ YE'

Nûnerê PYD'ê jî ragihand ku berxwedana Efrînê derbasî qonaxeke nû bûye û got, ji niha û pê ve her der êdî ji bo gelê Kurd qada çalakiyê ye.