Şehîdên Berxwedana Serdemê li Lîmassolê hatin bîranîn

Şervanên ku li Efrînê di dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li bajarê Lîmassol ê Qibrisê hatin bîranîn.

Şehîdên berxwedana serdemê ya Efrînê, li Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê hatin bîranîn.

Siyasetmedarê Kurd Kamîl Akalin û bavê şehîd Mervan Denîz (Rustem Merdîn) Nazim Denîz li civîna bîranînê axivîn.

Nazim Denîz got, "Ev şehîdê min bi tenê nîne, şehîdê Kurdistanê ye. Roja ku çû ji xwe min zanîbû ku wê bigihêje asta şehadetê. Şer kir û şehîd bû. Li xaka Kurdistanê şer kir û tevlî xaka Kurdistanê bû. Bila serê Kurdistanê sax be, serê Rêber Apo sax be."