Şehîdên 14’ê Tîrmehê li Rûsyayê hatin bibîranîn

Şehîdên 14’ê Tîrmehê li bajarê Saratovê yê Rûsyayê hatin bibîranîn.

Kurdên li navçeya Yerşovê ya Saratova Rûsyayê Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bibîranîn. Hevserokên Otonomiya Neteweyî û Çandî ya Yerşovê Mîrzaelî Yûsûbov û Gulîzer Yûsûpova di bîranînê de axivîn.

Yûsûbov diyar kir ku ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê ji bo gelê Kurd têkoşîna jiyanê ye û berxwedana li zindana Amedê heta îro bênavber didome.

Yûsûbov bal kişand ser vî tiştî ku agirê berxwedanê yê ku Mazlûm Dogan vêxistibû û Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kema Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek domaniye îro li her çar parçeyên Kurdistanê didome.

Berpirsa Çapemeniyê ya Otonomiya Kurdan a Yerşovê Sûltan Bakî jî diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurdan tevgera şehîdan e û bi deh hezaran Kurd bi ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê şehîd bûne.

Gulîzer Yûsûpova jî diyar kir ku gelê Kurd bi saya berxwedana 14’ê Tîrmehê li ser pêyan e û bi saya şehîdan gelê Kurd li dinyayê tên naskirin.