Şehîda Efrînê Avesta Xabûr li Zurîhe hate bibîranîn

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê di şexsê Avesta Xabûr de ku di 27’ê Çileyê li dijî hêzên dagirker çalakiya fedayî li dar xist û şehîd bûbû, ji bo hemû şehîdên YPG û YPJ’ê merasîmekê bibîranînê hate lidarxistin.

Malbatên Şehîd Avesta Xabûr, Tolhildan Welat û Elîşer Xelikan, fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah, hevparên Platfomra Berxwedana Efrîn a Swîsreyê û bi sedan Kurdistanî beşdarî merasîmê bûn.

Li salona merasîmê bê navber dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ , ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan , Avesta Xabûr û şervanên li Rojava şehîd bûyîn, hate daliqandin.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê Alî Matûr di merasîmê de axivî û diyar kir ku wê bibin şopdarê rêya şehîdan.

Dayik û bavê Şehîd Avesta Xabûr Emîne û Ahmet Hamo, malbatên Alîşêr Xelîkan û Tolhildan Welat jî di merasîmê de axivîn. Malbatan di axaftinên xwe de ragihand ku şehîd ne şehîdê wan tenê ne û gotin ku şehîdên hemû Kurdistanê ne.

‘BI TEKEZ SERKETIN WÊ YA ME BE’

Piştre  sînevîzyona ku qala jiyana Şehîd Avest Xabûr  hate nîşandan û li salonê kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Piştî sînevîzyonê fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah  li ser navê fermandariya QSD,YPG û YPJ’ê axivî û wiha got; “Bi rêzdarî li beramberî şehîdên azadiyê û malbatan bejna xwe ditewînim. Bila dijmin baş bizane heta ku şervanên azadiyê hebin wê serketin ya gelê me be. Bila dewleta Tirk bi balafir, çekên giran û bi hezaran DAIŞ’î û çeteyên xwe ve werin. Wê ti caran şervanên ku bi rûhê Şehîd Avesta li ber  xwe bidin winda nakin. Em tevgereke wiha ne ku berxwedana Kobanê me ava kiriye. Efrîn warê Arîn Mîrkan, Avesta û bi hezaran lehengan e. Bi tekez serketin wê ya me be.”

‘LI EFRÎNÊ EM Ê XWEDIYÊ DAIŞ’E TINE BIKIN’

Abdullah got ku çawa li Kobanê DAIŞ tine kirin, wê li Efrînê jî dewleta Tirk û çeteyên wê tine bikin û wiha domand; “Dema ku gelê me yê Ewropa ji bo Efrînê daketî qadan, ev ji bo gelê me yê Efrînê bû moralekî mezin. Ger mirov li medyaya Erdogan binêre, dibîne ku dagirkeriya Tirk hemû Rojhilata Navîn kontrol kiriye lê ti kes bi van derewên wan bawer nake. Ev derew wê dirêj nebe û wê hemû kes rûyê wan yê rast bibîne.”

Abdullah bêdengiya koalîsyonê ya li dijî dagirkeriya Efrînê rexne kir û wiha got; “Em hêza parastinê ya gelê xwe ne. Em ji bo parastina azadiya gelê xwe hene. Li kûderê pêdiviya gelê me bi me hebe em ê li wir bin. Bila hemû kes baweriya xwe bi serketinê bîne. Weke YPJ  û YPG ev soza me ji bo gelê Kurd heye; Ji bo me du rê hene. Ya em ê bi ser bikevin yan jî em ê bi ser bi kevin. Azadî ji bo me şîara bingehîne.”