ÎZMÎR
Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, bi awayekê onlîne daxuyanî da. Di çalakiya vê hefteyê de, rewşa tenduristiya girtiya nexweşa giran a 75 salî Fatma Guler a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê dimîne, hat nirxandin.
Endama Komîsyona girtîgehê Ahmet Çîçek, daxuyanî da û wiha got: “Guler di sala 2012’an de li navçeya Xozatê ya Dersimê hat girtin û dûre hat berdan. 5 sal cezayê girtîgehê li Guler hat birîn. Piştî ku cezayê Guler li Dadgeha Bilind hat erêkirin, di 30’ê Cotmeha 2018’an de, cardin hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Aydin. Guler ji wir jî sîrgûnê Girtîgeha Alîaga/Şakranê ya Îzmîrê hat kirin.”
Çîçek, bal kişand ser nexweşiyên Guler û wiha bilêv kir: “Berî bê girtin ji ber nexweşiya pençeşêrê ji mîdeya xwe du caran hatiye emeliyatkirin. Di heman demê de nexweşiyên wê yên bêhntengî, tansiyona bilind hene. Ji ber şert û mercên di girtîgehê de, nexweşiyên Guler giran bûne û nexweşiyên nû di canê wê de rû dane. Her ku diçe rewşa tenduristiya Guler giran dibe.”
Çîçek, daxwaz kir ku Guler demildest bê berdan û wiha bi dawî kir: “Parêzeran ji bo berdana Guler serî li Serdozgeriya Komarê dan. Lê dozgeriyê ev daxwaza parêzeran red kir. Temenê Guler mezin e û gelek nexweşiyên wê hene. Ji ber van serdeman jî mabe divê Guler tavilê bê berdan. Em carek din ji bo Guler banga hestiyarî û berdanê dikin.”
STENBOL
Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya “Rûniştina F” a hefteya 470’emîn, ji ber pêvajoya pandemiyê li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xist. Komîsyonê di çalakiya xwe ya vê heftiyê de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Necmettîn Ormanli yê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dimîne.Endama ÎHD’ê Yuksel Ûygûn daxuyanî xwend.
Ûygûn, destnîşan kir ku şewba vîrûsa koronayê (kovîd-19) tecrîda li girtîgehan girantir kiriye û wiha axivî: “Ji ber ji bo şewba vîrûsa koronayê bergirî baş nayên girtin, mafên jiyanê yê girtiyan di bin gefan de ye. Ligel zêdebûna pêketiyên şewba vîrûsa coronayê jî têkildarî plankirina derziyê ya girtiyan tu daxuyanî nehatin dayîn. Ev yek jî fikaran zêde dike. Bi taybetî jî fikra terkkirina mirinê ya girtiyên nexweş bi hêz dike.”
Ûygûn, rewşa girtiyê 70 salî Ormanli yê salek û sê meh in di girtîgehê de ye vegot û wiha axivî: “Hêj 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê Ormanli maye. Nexweşiya tansiyon, şekir, bronşit û nexweşiya dil pê re heye. Girêdayî helana hestî jî zehmetiyê dikişîne ku bi rê ve biçe.
Ûygûn, anî ziman ku ji ber rewşa Ormanli ya her ku diçe giran dibe, divê rojê 3 caran biçe nexweşxaneyê û wiha got: “Ji ber nexweşiyên giran ên covîd-19 bûye sebeb du caran serlêdana taloqkirina înfazê çêbû lê hêj tu bersiv nehatine dayîn. Lawê wî diyar kir ku bavê wî tena serê xwe nikare bijî, girtîgeh nexweşiyên wî girantir dike û ji ber vê yekê xwest ku bavê wî bê berdan. Ji ber hêj bersiva serlêdanên taloqkirina înfazê ya parêzer kirin re tu bersiv nehatine dayîn, jiyana bavê wî dikeve xetereyê.”
Ûygûn, bi bîr xist ku parastina mafê jiyan û tenduristiyê yên girtiyên nexweş, astengdar, pîr û di koma rîskê de di bin berpirsyartiya dewletê de ye û wiha bi dawî kir: "Ji aliyê parastina mafên tenduristî û jiyanê ya girtiyan rayedaran vedixwînin peywîrê û raya giştî vedixwînin hestiyariyê.”