Şaredariyên Swêdê piştgirî dan HDP'ê

Rêveberên şaredariyên Swêdê bi peyaman piştevaniya şaredariyên Wan, Mêrdîn û Amedê kirin.

Seroka Koma Partiya Çep a Şaredariya Helsingborgê İnger Mattiasson Sardinen û Endamê Meclîsa Şaredariyê ya partiya Çep a Şaredariya Norrkopingê Nicklas Lundstrom li ser hesabên xwe yên medya civakî daxuyanî weşandin, li dijî tayînkirina qeyûman rawestiyan û diyar kirin ku ew bi şaredarên Wan, Mêrdîn û Amedê re ne.

Sardinen bi bîr xist ku Kurdên li Tirkiyeyê di nava zexteke giran de ne, di 19'ê Tebaxê de hevşaredarên ku bi rêbazên demokratîk hatibûn hilbijartin ji wezîfeyê hatin dûrxistin, nêzî 400 HDP'î hatin destgîrkirin û got, "Ev yek nayê qebûlkirin." Sardinen destnîşan kir ku divê dewletên rojavayî hîn bêhtir zextê li Erdogan û hikumeta wî bikin. Sardinen ji hikumeta Swêdê jî xwest, li dijî desteserkirina demokrasiyê û mafên gelê Kurd bikeve nava liv û tevgerê.

ÊDÎ DEMOKRASÎ NÎNE

Lundstrom jî anî ziman, rejîma Erdogan li dijî Kurdan dest bi şer kiriye, bajarê Kurdan hilweşandiye, bi hezaran Kurd girtiye û bi deh hezaran jî ji kar dûrxistiye. Nicklas Lundstrom got, "Erdogan demokrasiya li welatê xwe ji holê radike. Partiya Çep HDP ku bi giranî Kurd in li Tirkiyeyê sêyemîn partiya herî mezin e. Li Kurdistanê gelek şaredarî wergirt, lê belê Erdogan nekarî vê yekê tehemûl bike. Hevşaredarên sê bajaran bi zorê ji wezîfeyê dûr xistin. Mirovên bi xwe ve girêdayî tayîn kir. Welatekî ku van dike êdî demokratîk nîne."