Şaredariya Rezanê navê Ceylan Onkol li parkekê kir
Meclîsa Şaredariya Rezanê navê zaroka Kurd Ceylan Onkol a 2009’an hatibû qetilkirin li parkekê kir.
Meclîsa Şaredariya Rezanê navê zaroka Kurd Ceylan Onkol a 2009’an hatibû qetilkirin li parkekê kir.
Meclîsa Şaredariya Rezanê piştî civîna meha Cotmehê lidar xist û şûnde ji bo vekirina parkeke nû biryar girtin.
Parka ku wê li kolana 1124 a Taxa Bagcilar a ji aliyê Koma Meclîsa HDP’ê ve bê vekirin li ser navê parkê weke ‘Parka Ceylan Onkol’ bê binavkirin biryar girt. Li ser vê daxwazê li pêşberî 7 dengên na bi 30 dengên erê hate pejirandin.
Li bendê ye ku meclîs vê biryarê pêşkêşî Qeymeqamê Rezanê bike.
Meclîsa Rezanê 4’ê Cotmeha 2017’an bi heman daxwazê ji bo navê parkê bibie Ceylan Onkol lê qeymeqamtiyê red kiribû.
Ceylan Onkol a 12 salî dema li gundikê Xambaz a girêdayî taxa Xiraba ya Licê a Amedê pezê xwe diçêrand, 28’ê Îlona 2009’an di encama hewanek ji qereqolê hate avêtin hate qetilkirin.