Şaredarê Napoli de Magistris: Divê pêşî li Tirkiyeyê bê girtin

Şaredarê bajarê Napoli yê Îtalyayê Luigi de Magistris êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û got, "Ev yek hilweşandin e, paqijkirina etnîkî ye. Hêzên navneteweyî divê pêşî li Tirkiyeyê bigirin."

Şaredarê bajarê Napoli yê Îtalyayê Luigi de Magistris êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û anî ziman ku Tirkiye li Efrînê paqijiya etnîkî dike. De Magistris bang li hêzên navneteweyî kir ku bikevin nava liv û tevgerê û got, "Tirkiye êrîşî statu û destketiyên Kurdan dike. Di encama vê yekê de jî li Efrînê bi sed hezaran mirov mexdûr bûne, ji cih û warê xwe bûne û bûne penaber. Li Efrînê li dijî Kurdan paqijiyeke etnîkî tê kirin. Lewma divê Neteweyên Yekbûyî, hikumeta Îtalyayê û Yekîtiya Ewropa bikevin nava liv û tevgerê û pêşî li Tirkiyeyê bigirin. Bi rawestandina Tirkiyeyê re dikare pêşî li êrîş û dagirkeriya li Efrînê were girtin."

'KURDAN DAÎŞ TÊK BIRIN'

Şaredarê Napoli işaret bi têkoşîna şervanên YPG û YPJ'ê kir û got, "Şervanên Kurd li Rojava û Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê şerekî mezin kirin. Wan bajên mîna Reqayê ji destê vê rêxistinê rizgar kirin. Dawî li DAÎŞ'ê anîn. Em bi minetdarî deyndarê wan e. Ji bajarê aştiyê Napoli em piştgiriya xwe ji Efrînê re bi rê dikin."