Şandeyeke navneteweyî serdana Meclîsa Minbicê kir

Şandeyeke ji fermandar û dîplomatên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê çû serdana bajarê Minbicê.

Endamên şandê li gel fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê civiyan.

Bi armanca nirxandina rewşa aramî û parstinê, îro li bajarê Minbicê civîneke girîng pêk hat.

Şandeyeke ji fermandar û dîplomatên Koalîsyona Navdewletî li gel fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê civiyan.

Şande ji aliyê fermandarê Meclisê Mihamed Mistefa, Berdevk Şervan Derwêş, fermandarên jin û endamên fermandariya leşkerî ve hatin pêşwazîkirin.

Li gorî agahiyên bidest ketin, di civînê de herdu aliyan li ser awayî pêşxistina hevkariyê axivîne.

Berdevkê şandeya koalîsyonê ragihand ku wê hêzên wan li Minbicê û derverên rizgarkirî bimînin da ku parastin û ewlehiya wan misoger bibe.