Şahîn: Polîsên jin em tacîz kirin
Gulşah Şahîn a ku di çalakiya hevgirtina ji bo Bogazîçiyê li Edeneyê hatibû destgîrkirin û piştre hatibû berdan diyar kir ku piştî ew hatine destgîrkirin polîsên jin ew tacîz kirine.
Gulşah Şahîn a ku di çalakiya hevgirtina ji bo Bogazîçiyê li Edeneyê hatibû destgîrkirin û piştre hatibû berdan diyar kir ku piştî ew hatine destgîrkirin polîsên jin ew tacîz kirine.
Polîsan duh li Edeneyê êrîşî çalakiya ji bo piştgiriya Bogazîçiyêkiribûn û di çalakiyê de Canser Dayanir, Mazlûm Gok, Haşîm Çagri, Gamze Aktaş, Gulşah Şahîn, Ayşe Bezeyîş, Mehmet Halîs Saykan, Buşra Kodak, Ûlaş Can, Taylan Argûş û Ûmût Ozşîmşek destgîr kiribû. Ev kesên hatibûn destgîrkirin derxistibûn dadgehê û bi şertê ku hefteyê rojekê îmzeyê bidin,serbest hatibûn berdan.
Gulşah Şahîn a ku hatibû destgîrkirin diyar kir ku polîsên jin dema ser wan saxtî kirine, polîsan ew tacîz kirine. Şahîn diyar kir ku dema wan bertek nîşan dane, polîsên jin gotine ‘Tişta bi te heye, bi min jî heye’.
Şahîn diyar kir ku ew ê li hemberî bê edaletiyê bêdeng nemînin û wê polîs biçin.